Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Axîn Swêd: Tirkiyê Çemê Firatê weke amûra şerê taybet bi kar tîne

 

QUTKIRINA AVA ÇEMÊ FIRATÊ
AXÎN SWÊD: TIRKIYE ÇEMÊ FIRATÊ WEKE AMÛRA ŞERÊ TAYBET BI KAR TÎNE

Ji ber dewleta tirk a dagirker ava çemê Firatê qut dike, li herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê 30 stasyonên avê êdî kar nakin.

Li ser vê kiryara dewleta tirk a dermirovî rêvebirên sazî û rêxistinên Rojava bang hişyarê kirin.

Hevseroka Nivîsgeha Enerjî û Peywendiyan a Herêma Cizîrê Axîn Swêd, kêmkirina avê, bandora wê ya li ser ceryanê û gelê herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê nirxand.

Axîn Swêd, bibîr xist ku ji 27ê meha yekê heya niha rêjeya ava Firatê ji hêla dewleta Tirk ve tê kemkirin.

Di dewama axaftina xwe de Axîn Swêd da zanîn ku bi kêmbûna avê re li herêmê xweşî û zêde bûne û wiha domand.

Di dawiya axaftina xwe de Axîn Swêd got kêmbûna avê li ser çandiniyê jî bandoreke neyînî çêkiriye

QUTKIRINA AVA ÇEMÊ FIRATÊ
EVÎN CÛMA: QUTKIRINA AVA FIRATÊ DÊ BI XWE RE KARESATEKÊ BÎNE

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê jî bang li rêxistinên hiqûqî û NY`yê kir ku zextê ji dijî qutkirina ava çême Firatê bêdeng nemînin.

Têkildarî mijarê, ji rêveberên Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê Evîn Cûma jî ji ajansa ANHA’yê re axifî.

Evîn Cûma di axaftina xwe de da diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk di kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê amadekariyên qirkirina komî ye.

Evîn Cûma da zanîn ku ewê derbarê mijarê de ewê Neteweyên Yekbûyî agahdar bikin û got:

“Saziya me derbarê kêmkirina ava çemê Firatê de raporekê amade dike.

Di raporê de wê hemû kiryarên dewleta tirk bi awayekî zelal bên destnîşankirin.

Em ê raporê ji Neteweyên Yekbûyî re rêkin û jê daxwaz bikin ku ew jî li himberî van kiryarên dewleta tirk bêdeng nemînin..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv