HÊZÊN SÛRIYA DEMOKRATÎK:
LI DÊRAZORÊ 39 ÇETE HATIN GIRTIN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk derbarê operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ’ê de daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin.
“Di roja 13’ê Gulanê di saetên sibê de li bajarokê Şihêl ê girêdayî Dêrazorê, li hember şaneyên DAIŞ’ê ku dixwestin di cejnê de êrişên terorî li dar bixin, operasyonek hat lidarxistin.
Di encamê vê operasyonê de 39 çete hatin girtin.
Her wiha çek û alavên eskerî jî di operasyonê de hatin desteserkirin.”