ZEXTÊN DEWLETA ALMAN LI DIJÎ KURDAN
SIYASETVAN ABDULLAH OCALAN HAT GIRTIN
Li Almanyayê hefteya borî Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglu li Berlînê hin hevdîtin bi rayedarên hukûmeta Alman re kiribûn.
Piştî vê yekê Almanya dîsa berê xwe da zextên li dijî Kurdan.
Polîsên Alman li Nurnbergê bi ser Mala Gel a Medya û mala Makbule Kartal de girtin.
Herî dawî jî avêtin ser mala Hevserokê Federasyona Civakên Kurdistanî ya Bayernê Saît Ozturk
Serdegirtin dema mêvanê Saît Ozturk, siyasetvan Abdullah Ocalan ji mala wî derdiket pêk hat.
Polîsan bi lêdanê Abdullah Ocalan kirin binçavan.
Hat ragihandin, ku têkildarî lêpirsîneke ev 2 sal in ji aliyê Serdozgeriya Federal a Karsluhê ve tê birêvebirin, Abdullah Ocalan hatiye binçavkirin.
Siyasetvanê Kurd doh derxistin dadgehê û girtin.
Sebeba girtina Ocalan jî spartin xala 129b a ji girtina Kurdan re kirine hincet.
Siyasetvan Abdullah Ocalan 2007’an li dijî jahrîkirina Rêber Apo 39 rojan di greva birçîbûnê de mabû.
Ji ber xala 129b heta niha 11 siyasetvan û aktivîstên Kurd hatine girtin.
Îdîanameyên derheqê wan de hatine amadekirin jî mîna îdîanameyên dozgerên dewleta Tirk in.