Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Asharq Al-Awsat: Rûsya û Tirkiyê zextê li Kurdên Sûriyê dikin ji bo bi Şamê re rûnên

 

ASHARQ AL-AWSAT
RÛSYA Û TIRKIYE ZEXTÊ LI KURDÊN SÛRIYÊ DIKIN JI BO BI ŞAMÊ RE RÛNÊN

Rojnameya El Şerq el Ewset têkildarî helweswta Rûsya û dewleta tirk beramberî rojavayê Kurdistanê nûçeyek bi vê manşetê belav kir:

Rûsya û Tirkiye zextê li kurdên Sûriyê dikin da ku bi Şamê re tevbigerin.

Rojname îdîa dike ku piştî serketina de fakto ya Beşar Esad li dijî komên din ên muxalîf, niha komên kurd jî di bin zextê de ne da ku çekan deynin û kontrolo bakurrojhilatê Sûriyê radestî rejîmê bikin.

Bi daxuyaniyeke hevpar a piştî muzakereyên li Kazaxistanê, Rûsya, Tirkiye û Îranê diyar kirin ku ew destekê didin yekparebûna xaka Sûriyê û her cure afirandina realîtiyên nû li ser xakê red kirin.

Hin lîderên kurd ji bo bibin xwedî statuyekê li pey çareseriyeke federal in, lê belê Şamê heta niha îradeyeke guftugûkirina vî fikrî nîşan nedaye.

Bi taybetî dewleta tirk ku YPGê weke şaxekî tevgera îlegal a cudaxwaz a kurd dibîne, di mehên dawî de tehdîtên xwe yên li ser kurdên herêmê zêde kirin.

Lê belê heta niha jî Rûsya pêşî li operasyoneke leşkerî ya tirk a li dijî kurdan digire.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv