Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmet Alî Ertaş: ‘Girtîgeh kirine kuştîgeh!’

 

GIRTÎGEH KIRINE KUŞTÎGEH!
MEHMET ALÎ ERTAŞ / WELAT

Li Tirkiyeyê li gorî daneyên 1’ê mijdara 2021’ê, 384 girtîgeh hene. Bi giştî 295 hezar û 754 mirov li Tirkiyeyê girtî ne. Sal bi sal hejmara girtîgehan û girtiyan zêde dikin. Desthilata AKP-MHP’ê wekî ku otel û nexweşxaneyan çêbikin, pesnê avakirina girtîgehan dide. Lê em dibînin ku girtîgehên li Tirkiyeyê bûne cihê îşkence, kuştin û dojeh. Tenê di 15 rojên dawî de 5 girtî li girtîgehan hatin kuştin. Girtiyan li girtîgehan dikujin û berdidin. Bi saxî digirin û kuştî berdidin. Girtiyan diavêjin hucreyên tarî ku dişibin gorên miriyan. Girtiyan bê nefes û bê agahî dihêlin. Ji hemû cîhanê û mafên jiyanê qut dikin. Lê bi vê yekê jî dixwazin ku malbatên girtiyan şikiriya xwe bînin.

Îktîdara AKP-MHP’ê li Tirkiyeyê bi qasî girtîgehan zêde dikin, ew qas saziyên perwerdehî û tenduristiyê zêde nakin. Dema em li daneyên saziyên perwerdehiyê û tenduristiyê dinêrin ev yek şênber xuya dibe.

Li gorî daneyên TUÎK’ê yên dawî li Tirkiyeyê 518 nexweşxaneyên dewletê hene. Li van nexweşxaneyan bi giştî cihê 231 hezar û 193 doşekên nexweşan hene. Ev jî nîşanî me dide ku desthilata AKP-MHP’ê bi qasî qîmet û girîngiyê dide girtîgehan, ew qas qîmetê nade tenduristiya gelê Tirkiyeyê. Ji bo welatiyên xwe hepis û tecrîd bike, her tiştî dike. Lê ji bo welatiyên aram, azad û bi tenduristî tu tiştî nake. Ji ber vê yekê welatiyên li derve bi şewba vîrûsa Covîd-19 dimirin. Yên li girtîgehan jî bi nexweşiyên giran, îşkence û tecrîdê her roj kêlî bi kêlî tên kuştin. Rayedarên vê dewletê her roj girtiyan dikujin.

Li 384 girtîgehên ku jin, zarok û mezin lê girtî ne, kapasîteya wan 266 hezar û 575 kes in. Lê li Tirkiyeyê 297 hezar girtî hene. Yanî 31 hezar girtî li erdê radizên.
(…)

Dema ku em li serdema AKP’ê dinêrin, dibînin ku îktîdara AKP’ê ya ku bi soza dê ‘Qedexe’ ‘Dizî (Nelirêtî) û Xizanî’ hat desthilatdariyê her tişt berovajî kiriye.
(…)

Dest bi diziya kedê kirine. Qedexe li ser qedeyeyê zêde dikin. Êdî nivîskar, rewşenbir, rojnameger û siyasetmedar nikarin fikrên xwe azad bînin ziman. Yên ku fikrên xwe tînin ziman û dinivîsin tên girtin.

Ji ber vê yekê dema AKP hat îktîdarê hejmara girtiyan 55 hezar bû, lê niha 295 hezar e. Ev nîşan dide ku qedexe zêde kirine. Berê li kolan û kuçeyên tarî qetil dikirin. Lê niha di girtîgehên ‘modern’ û hucreyên tarî de qetil dikin. Divê êdî hemû gelên cîhanê vê rastiyê bibîne û dengê xwe bilind bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv