Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Işik: ‘Hevşîrîkatiya dijmirovî hevşîrîkatiya sûc e’

 

HEVŞÎRÎKATIYA DIJMIROVÎ HEVŞÎRÎKATIYA SUC E
FEHÎM IŞIK / WELAT

Rusya, Îran û Tirkiye civîna xwe ya 17’emîn ya bi navê Astanayê tê domandin, di 22’ê meha qanûnê de li paytexta Kazakîstanê çêkirin. Piştî civînê encamnameyek hat weşandin. Di encamnameyê de carekî din gef li Rojavayê Kurdistanê tê xwarin. Sîstema xweseriya demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê wekî sîstemeke parvekar û Suriyê jî wekî ‘komara ereban’ tê binavkirin.

Êrîşên hovane ya dewleta tirk bi yek peyvek jî nehatine dîtin. Ne behsa Efrîn, ne jî behsa Girê Spî û Serêkaniyê tên kirin. Em dizanin ku dewleta tirk li van bajarên dagirkirî, sucên mirovahiyê pêktîne. Tê dîtin ku ev sûc carekî din bûne qûrbana berjewendiyên dewletan û nehatine dîtin.

Rûreşiya her sê dewletan di civîna çapemeniyê ya piştî kombûna 17’emîn de jî domkir. Niwênerê Taybet ya Suriyê Aleksander Lavrentyev, piştî civînê li ser navê Rusyayê agahî da çapemeniyê û got, “Tirkiye soz daye me ku ew ê di fersenda herî ewil de leşkerên xwe ji Suriyê bikşîne.”

Na! Ev jî derew e. Tirkiye çi sozek nedaye wan. Tenê ji bo ku derewên wan û hevşîrîkatiya wan ên sucên dij mirovahiyê neye dîtin, bi hinek peyvên dîplomatîk destê wan hêsa kirine. Ev qas. Eger ne weha be, heman roja ku encamnameya civînê hate îlankirin, êrîşên xwe yên dagirkerî yên li ser Rojavayê Kurdistanê dubare nedikir.

Derdê Rusya jî û ya Îranê jî diyar e. Her dû jî naxwazin Emerîka li Rojnilata Navîn bi bandor bibe. Ji bo vê yekê jî nakokiya navbera dewleta tirk û Emerîkayê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin. Derdê dewleta tirk jî, destkeftiyên kurda ye. Ew, hebûna Emerîkayê wekî parezvaniya destkeftiyên kurda dinirxîne û têkîliyên xwe yên li gel Rusya û Îranê wekî tehdîdek li hember Emerîkayê bikartîne.

Aşkere ye. Ev pêngavên tên avêtin, hemû qirêjî ne û her sê dewlet pêkve piştgirî didin dewleta tirk û bi hev re dijminahiya destkeftiyên kurda dikin. Ev jî hevşîrîkatiya sûcên dijmirovahî ye.

Kurd divê ev şîrîkatiya sûcên dijmirovahiyê jibîr neke!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv