TALANKIRINA XWEZAYA KURDISTANÊ
ARTÊŞA TIRK BI CERDEVANAN DARAN DIDE BIRÎN
Dewleta Tirk a dagirker ji bo xerakirin û talankirina xwezaya Kurdistanê serî li hemû rê û rêbazan dide.
Ji aliyekî ve daristanan dişewitîne û ji aliyê din ve jî, daran dide birîn.
Birîna daran jî, bi cerdevanan dide kirin.
Li gorî agahiyan bi destê zêdetirî 100 cerdevanan li xeta sînor a Qilaban û Avagûzê ya Zaxo daran dide birîn.
Çavkaniyên herêmî dibêjin cerdevanên li gundê Nêrweh dest bi birîna daran kirine, qasî 5 kîlometre ber bi Zaxo ve çûne.
Darên 4 rojin li herêma Daragûzê tên birîn jî, bi traktoran dibin baregehên artêşa Tirk ên li herêmê.