Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çapemeniya cîhanê ji bo 15’ê Tebaxê û fîşeka yekem çi gotibû?

 

PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ
ÇAPEMENIYA CÎHANÊ JI BO 15’Ê TEBAXÊ Û FÎŞEKA YEKEM ÇI GOTIBÛ?

Pêngava 15’ê Tebaxê bi tenê li Kurdistan û herêmê deng veneda, di heman demê de navê Kurdistanê û gerîlayên Kurdistanê jî bi dinyayê dan bihîstin.

Pêngav di gelek medyayayan de bû manşet .

Xelkê dinyayê bi rêya medyayê navê Fermandar Egîd û koma gerîlayên Kurdistanê ku bi ser Dihê û Şemzînanê de girtin, bihîst.

Le Monde 20’ê tebaxa 1984’an Pêngav bi manşeta;

Berxwedêrên Kurd bi hevdemî gelek êrîş dane destpêkirin, weşand û ev agahî dan:

Artêşa Tirk nûçeyên têkildarî çalakiyên berxwedêrên kurd li çapemeniyê qedexe kirin.

Endamên Partiya Karkerên Kurdistanê ku li sînorê çiyayî yên Îraq û Tirkiyê bicih bûne ev çalakî kirine.

The Guardian 25’ê tebaxa 1984’an bi vî sernavî 15’ê Tebaxê ragihand:

Artêşa Tirk li dijî Kurdên li sînoran e:

Piştî ku gerîlayan li pey hev çalakî kirin, Tirkiyê leşkerên xwe şandine ser sînorê Iraq-Îranê.

Piştî taktîkên wêrek ên lêxe-vekişe a li Dihê û Şemzînanê yên gerîlayên Kurd, Tirkiye hewl dide yekîneyên xwe yên leşkerî xurt bike.

Frankurter Allgemeîne Zeîtûng, 26’ê Tebaxa 1984’an bi manşeta

Leşkerên Tirk li ser sînoran li pey Kurdan e, derket:

400 leşkerên artêşa Tirk li ser sînorê Iraq-Îranê ketin pey serhildêrên Kurd.

Tirkiyê Gulana 1983’an li heman herêmê tevgereke wisa kiribû.

15’ê Tebaxê, serhildêrên Kurd ku tê texmînkirin 600 kes bûn, li rojhilatê Tirkiyê êrîş biribûn ser avahî û bankayan.

Le Monde 24’ê tebaxê jî weke nûçeyên dewama Pêngavê bi sernavê

Operasyonên piştî êrîşa serhildêrên Kurd didome, cih da surprîza Apociyan:

Li Dihê û Şemzînanê ku serhildêrên Kurd 15’ê Tebaxê êriş kiribûn, rewş ber bi asayîbûnê ve diçe.
Ev komên cudahîxwaz kî ne?

Êrişên suprîz karên milîtanên PKK’ê ne ku li Tirkiyê bi navê ”Apocî” têne nasîn û piştî darbeya leşkerî ya Îlona 1980’an xwe li welatên cîran girtibûn.

Le Monde 19’ê cotmeha 1984’an jî nûçeyeke berfireh der barê pêngavê û êrişên dewleta tirk de bi vê manşetê weşand:

Enqere, bi pejirandina Iraq û Îranê dixwaze êrişê bibe ser serhildêrên Kurd.

Gelo li dijî Kurdan Tirkiyê, Iraq, îran û Sûriye eniyekê saz dikin.

The Observer 28’ê cotmaha 1984’an bi manşeta Şerê Kurd mezin dibe bal kişand ser êrişên dewleta tirk a piştî 15’ê Tebaxê;

Ji bo serkutkirina serhildana Kurdan ku li nav Tirkiyê xwedî bandor e, artêş bi hêza hewayî li xaka Iraqê operasyonê dike.

Serhildana Kurd yek ji pirsgirêka giran a Tirkiyê ye. Berxwedana Kurdan ji hêla milîtanên Partiya Karker a Kurdistanê ve tê rêvebirin.

The Globe and Maîl 1’ê mijdara 1984’an bi nûçeya xwe ya Leşkerên tirk li Iraqê ne, behsa êrişên dewleta tirk ên li dijî kurdan kir:

Komandoyên Tirk ên bi desteka helîkoptêr û çekên giran, li dijî serhildana Kurdan, li ser xaka Iraqê operasyonên mezin dikin.

Ev qadên çiyayî ku ji bo şerê îdeal ê gerîla musaît in, derfetê didin ku şervan li ser sînor tevbigerin, kemînan li ber leşkerên dewleta Tirk deynin, êrîşan bibin ser wan û xwe veşêrin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv