Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Dewleta Tirk keça min, PDK’ê jî birayê min birin’

 

XWIŞKA WARGEŞ Û DAYIKA GULGEŞ, FATMA..
“DEWLETA TIRK KEÇA MIN, PDK’Ê JÎ BIRAYÊ MIN BIRIN”

Ayhan Tatli bi nasnav Wargeş Çevreş ji navçeya Şirnexê Hezexê ji eşîra Şorî ye..

Ji ber ku eşîra wî Şorî dilsozê têkoşîna azadiya Kurdistanê bû, hê di zarokatiya xwe de Tevgera Apoyî nas dike.

Di nava malbateke şehîdan de mezin bû û di sala 2012’an de beşdarî nava refên gerîla dibe..

Hêzên PDK’ê 26’ê Tîrmehê li dora gundê Bêxme yê Xelîfanê êrişî komeke gerîla dikin.

Ji wê rojê ve ji gerîla Ayhan Tatli bi nasnav Wargeş Çavreş, Erdal Aslan bi nasnav Serwer Serhat û Mehmûd Xelef bi nasnav Dijwar Berxwedan agahî nayê girtin.

Xwarziya Wargeş Çevreş, Gulgeş jî dide ser şopa xalê xwe û tevlî nava refên YJA-Starê dibe.

Dîsa 26’ê Tîrmehê Gulgeş jî li Colemêrgê bi artêşa dewleta Tirk a dagirker re dikeve şerekî, bi giranî birîndar dibe û dîl dikeve destê artêşa Tirk.

Dayika Gulgeş û xwişka gerîla Wargeş, Fatma Tatli ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî û destpêkê bal kişand ser rewşa keça xwe.

Keça min ji mil, ling û pişta xwe birîndar bû û dîl hat girtin.

10 rojan êşkenceyên giran lê kirin..

Beyî were dermankirin ew birin zindana Colemêrgê.

Ez bi keça xwe serbilind im, wê ti carî serî li hemberî dijmin netewand..

Fatma Tatli li ser aqûbeta birayê xwe Wargeş jî wiha diaxive:

Yên ji xwe re dibêjin em Kurd in, birayê min Wargeş winda kirin û em nizanin li ku ye.

Dewleta Tirk keça min, PDK’ê jî birayê min birin.

Divê demildest PDK aqûbeta birayê min û hevalên wî eşkere bike.

Hêjayî bi bîrxsitinê ye tevî bangan hemûyan jî PDK li ser aqûbeta her sê gerîlayan ti daxuyaniyan nade.

9’ê Tebaxê malbata gerîla Mehmûd Xelef bi nasnav Dijwar Berxwedan jî xwestîbû ji Rojava here Başûr.

Lê li deriyê Sêmalka hatibûn astengkirin.

Malbatê bang li serokê PDK’ê Mesût Barzanî û rayedarên PDK’ê kiribûn, ku der barê aqûbeta Dijwar Berxwedan û hevalên wî de agahiyan bide.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv