ENDAMÊ KONSEYA HEVSEROKATIYÊ YA PYD’Ê ALDAR XELÎL:
DEWLETA TIRK DIXWAZE BAŞÛRÊ KURDISTANÊ TEVÎ DAGIR BIKE
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl ji ANFê re axivî
Aldar Xelîl li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li başûrê Kurdistanê û têkildarî nûnerên Rêveberiya Xweser ên ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin nirxandinên balkêş kirin.
Aldar Xelîl desnîşan kir ku armanca êrişa li ser Başûrê Kurdistanê dagirkirina tevahiya Başûr e.
ALDAR XELÎL:
LI DIJÎ ÊRIŞAN, HÊZÊN DIVÊ XWEDÎ HELWEST BIN BÊDENG IN
Aldar Xelîl îşaret pê kir ku hikumeta herêmê li himberî êrişên dagirkeriyê bê deng e
ALDAR XELÎL:
YÊN DIJMINÊN GELÊ KURD PÊŞWAZÎ DIKIN, NÛNERÊN ME DIGRIN
Li ser girtina nunerên Rêvebiriya Xweser jî Aldar Xelîl ev nirxandin kir: Yên dijminên gelê Kurd pêşwazî dikin, nûnerên me digrin.
ALDAR XELÎL:
DI LÊPIRSÎNA NÛNERÊ ME DE ENDAMÊ ÎSTIXBARA TIRK JÎ AMADE DIBIN
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl anî ziman ku nûnerên Rêvebiriya Xweser ên PDK’ê binçav kirine, ji aliyê MÎT’a Tirk ve lêpirsîna wan tê kirin.