Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêber Apo: ‘Di nav Kurdan de rijandina xwînê em bi ti awayî qebûl nakin’

 

“DEMA YEKÎTIYA KURDISTANÊ YE”
RÊBER APO: DI NAV KURDAN DE RIJANDINA XWÎNÊ EM BI TI AWAYÎ QEBÛL NAKIN

Rêber Apo hem di prosesa Îmraliyê de hem jî beriya wê ji bo yekîtiya netewî ya kurdan gelekî ked da.

Wî di nirxandinên xwe de îşaret bi xeter û felaketa şerê kurd bi kurd kirin.

Nirxandinên Rêber Apo yên beriya salan weke ku ji bo roja îro hatine gotin; rojane ne û rê nîşan didin.

Rêber Apo li ser girîngiya yekitiya netewî wiha dibêje:

Ez ji PDK’ê û YNK’ê re dibêjim; bihêlin bila gelê kurd bi serbestî ji bo yekîtiya xwe bixebite.

Min ji we re berê jî gotibû; heke hûn ji bo hikûmeteke netewî û demokratîk çi bikin ez ê weke leşkerekî bikevim bin fermanê we.

Ez di vê gotina xwe de jî samîmî bûm.

Tiştên îro li Başûr diqewimin, polîtîkayên hevqirkirina kurdan in.

Di vî karî de ti qezenceke kurdan tine.

Bila kes nebêje; “Em ê şer bikin û di bedêla wê de wê dewletê bidin me.”

Divê ti kesek nekeve hisabekî wisa.

Divê ya esas were girtin yekîtiya netewî be.

Em bi ti awayî qebûl nakin ku kurd xwîna kurdan birêje.

Gel jî qebûl nake, em jî qebûl nakin.

Heke pirsgirêkek heye lazim e, ew bi diyalogê çareser bibe.

Rêber Apo destnîşan dike ku yekîtiya navxweyî pêdiviyeke pir mezin e:

Rêya yekîtiya navxweyî, di Rojhilat, Rojava, Başûr û Bakur re derbas dibe.

Malbata Barzanî, Talabanî û hevalên li Qendîlê wê vê yekê pêk bînin.

Bendewariya me ew e ku kurd xwîna kurdan nerêje.

Ti kes û hêz nikare ji bin barê xwîna were rijandin rabe.

Peyama min hem ji Qnedîlê re hem jî ji Hikûmeta Federal re ye.

Peyama min ji Malbata Barzanî û Malbata Talabanî re ye.

Ji şexsiyetên Başûr re ji temamiya kurdan re ye.

Ez amade be bikevim xizmeta hemû rêxistinên kurdan.

Bila ew bibin Serokê Kongra Netewî, bila komîteyan ew bi rê ve bibin.

Bila karê herî zor jî bidin min.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv