Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xalîde Engîzek: ‘Zîlan tola keçên winda yên Dersimê bû’

 

ENDAMA KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê XALÎDE ENGÎZEK:
ZÎLAN TOLA KEÇÊN WINDA YÊN DERSIMÊ BÛ

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Xalîde Engîzek bi wesîleya salvegera çalakiya yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Zîlan ji ANF’ê re axivî.

Xalîde Engîzek anî ziman ku Zîlan bi xwe biryarê li ser çalakiya xwe dide û got

Hevala Zîlan got; tola bi hezaran Dersimiyên li şikeftan hatin kuştin û hestiyên wan hîn jî li şikeftan e, hiltînim

Tola zarokên hatin revandin, asîmîlekirin û bi kujerên xwe ve hatin girêdan hiltînim.

Ez tola keçên winda yên Dersimê me.

Tola Besê, Alîşêr û Zerîfê me.

Ez tola zarok û lîderên hatine darvekirin im.

ENDAMA KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê XALÎDE ENGÎZEK:
ZÎLAN XWEST LI DIJÎ KOMPLOYÊ BIBE BERSIV

Li ser pêvajoya wê demê Xalîde Engîzek destnîşan kir ku sala 1996’an li dijî Tevgera Azadiyê planeke berfireh û tunekirinê di dewrê de bû.

Ev plana komployê planeke ji rêzê nebû.

Li ser Rêber Apo û tevgerê metirsî hebûn.

Hevrê Zîlan bi vê metirsiyê hesiya.

Bi berpirsyariyeke mezin nêzî Rêbertî dibe.

Ev çalakî manîfestoya me ya ku divê em çawa bijîn û çawa şer bikin nîşan dide

Ji ber vê yekê em dibêjin, hevrê Zîlan bi tena serê xwe mîna artêşekê tevgeriya.

Mîna artêşeke bi bandor.

Ev çalakî mîna sîleyekê li rûyê komploger û xayînan ket.

ENDAMA KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê XALÎDE ENGÎZEK:
RUHÊ ZÎLAN BI GERÎLA RE LI KURDISTANÊ ŞER DIKE

Xalîde Engîzek diyar kir ku ruhê Zîlan niha li Kurdistanê bi fedayiyan re ye, bi gerîla re ye û got

Ala ku hevrê Zîlan bilind kir, bi têkoşîna jinê her roj mezin dibe.

Di partîbûna jinê de kûr dibe, mezin dibe.

Piştî wê bi hezaran jin û mêr ên ciwan tevlî nava refên partiyê bûn.

Endama Komiteya Rêveber a PKK’ê Xalîde Engîzek bal kişand ser bandora Zîlan a li ser asta heyî ya têkoşîna azadiyê ya jinê û wiha dewam kir:

Hevjiyana azad, sîstema hevserokatiyê û parastina cewherî berhemên vê têkoşînê ne.

Têkoşîn pêşengiyê ji avakirina jiyana komunal a demokratîk re dike.

Ji bo jinên cîhanê hemûyan weke mînakek têkoşînê tê dîtin.

Bi Şoreşa Rojava re têkoşîna jinên Kurd bandoreke xurt li jinên cîhanê kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv