Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aldar Xelîl: ‘Bêdengiya li dijî êrişa li ser Şengalê tê wateya hevkariyê’

 

ENDAMÊ KONSEYA HEVSEROKATIYA PYD’Ê ALDAR XELÎL
“BÊDENGIYA LI DIJÎ ÊRIŞA LI SER ŞENGALÊ TÊ WATEYA HEVKARIYÊ”

Endamê konseya hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê ji ANF’ê re peyivî.

Aldar Xelîl diyar kir ku êrişên li dijî Şengalê hemû ji navendekê û di çarçoveya planekê de tên meşandin û wiha got:

Dewleta Tirk ji bo têkoşîn û hêviya gelê Kurd bişkîne, bi hin hêzên herêmî û navnetewî re li hev kiriye.

Bi van êrişan dixwazin civaka me ya Êzidî bê bêpêşeng bihêlin.

Ji bo di nava civaka Êzidî de pêşeng dernekevin Mam Zekî, Seîd Hesen û gelek kes şehîd xistin.

Aldar Xelîl bombekirina nexweşxaneya li Şengalê jî wiha şîrove kir.

Bi bombekirina nexweşxaneyê xwestin vê peyamê bidin civaka Êzidî.

Li ku derê hûn bi nasnameya xwe tiştekî bikin ez ê li we bidim.

Di hemû qanûnên cîhanê de êrişa li dijî nexweşxaneyan sûc e..

Lê belê li himberî êrişa li dijî nexweşxana Şengalê kes dengê xwe nake.

Aldar Xelîl da zanîn ku bêdengî tê wateya hevkariya sûcên dewleta Tirk a dagirker..

Di dema êrişê de serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî li Şengalê bû.

Lê belê bêhelwest dimînin.

Yanî ew dibin hevkarê vê êrişê.

Iraq weke welatekî serbixwe tê naskirin.

Lê dewleta Tirk her roj êrişî axa wê dike.

Ev jî tê wê wateyê ku serweriya Iraqê nemaye.

Endamê konseya hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl îşaret bi pîlana dewleta Tirk kir û ev bang kir.

Dewleta Tirk di qirkirna gelê Kurd de bi israr e.

Êrişên li ser Şengalê, çiyayên Kurdistanê û Rojava di çarçoveya heman konseptekê de têne kirin.

Çawa di dema êrişa DAIŞ’ê de Rojava xwedî li Şengalê derket wê niha jî derkeve.

Eger Şengal bê statû werê hiştin wê herî zêde zerara xwe li Rojava bike.

Gelê me yê li Kurdistanê û derveyî welat divê xwedî li Şengalê derkevin

Şengal cihê berxwedan û rûmeta Kurdan e.

Li dijî her cûre hovîtî û faşîzmê sembola pîroz a azadiyê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv