Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Tiltemir, Hesekê, Şedad û Reqayê li dijî êrişên dewleta Tirk meş hebûn

 

KOMKUJIYÊN LI ŞENGAL Û ZIRGANÊ
LI TILTEMIR, HESEKÊ, ŞEDAD Û REQAYÊ MEŞ HEBÛN

Xelkê Til Temirê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşiyan.

Girse li hev kombun û berê xwe da baregeha Rûsan a li herêmê.

Li vir hêrsa xwe li dijî bêdengiya Rûsya anîn ziman.

Welatiyan diyar kirin ku ew ê heta dawî li dijî êrişan li berxwe bidin.

Pêkhateyên Hesekê jî bi meşekê nerazîbûn nîşanê êrişên dewleta Tirk a dagirker dan.

Girseya Gel li çerxerêya Xiwêran kom bûn, ber bi baregeha Koalîsyona Navneteweyî ve meşiyan.

Li pêşiya baregehê axaftin hatin kirin.

Xelkê gundewarên Başûrê Hesekê jî li navçeya Şedadê meşiyan.

Di meşê de bêdengiya hêzên navneteweyî hat şermezarkirin û banga hevgirtina gelên herêmê hat kirin.

Li dijî komkujiyên dewleta Tirk ên li Şengal û Zirganê meşek jî li Reqayê pêk hat.

Li vir jî hêrseke zêde li dijî dewleta Tirk a dagirker hebû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv