LI GIRÊ SOR Û WERXELA AVAŞÎNÊ BERXWEDANA MEZIN
HPG: LI GIRÊ SOR GERÎLAYAN ÊRIŞA ARTÊŞA TIRK DÎSA TÊKŞKANDIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê rewşa dawî ya şerê li Zap, Metîna û Avaşînê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê gerîlayên HPG û YJA-Starê bi taybetî li Avaşînê bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê rê nadin artêşa Tirk a dagirker.
HPG radigihîne, ku li Girê Sor gerîlayan êrişa artêşa dewleta Tirk dîsa têk biriye.
18’ê Tebaxê dagirkeran pêşî bi çekên giran tunelên şer ên li Girê Sor bombe kirin.
Paşê xwestin ber bi tunelên şer ve biçin.
Hêzên gerîla ji nêz ve li eskerên Tirk dan.
Li ser bersivdayîna gerîlayan, dagirker vekişiyan.
18’ê Tebaxê artêşa dagirker a ji êrişa xwe encam negirtî, dîsa serî li rê û rêbazên qirêj da.
Li dijî tunelên şer pêşî gaza kîmyewî bi kar anî û paşê bi teqemeniyan bombe kir.
Ne tenê li tunelên şer ên Girê Sor, li tunelên şer ên Werxala Avaşînê jî bi heman rengî berxwedana gerîla heye.
Artêşa dagirker 18’ê Tebaxê li dijî tunelên şer ên li Werxelê dîsa gaza kîmyewî bi kar anî.
Agahiyên din ên di daxuyaniya HPG’ê de wiha ne:
17’ê Tebaxê Girê Cûdî yê herêma Zapê ji qereqolên li ser sînor hat bombekirin û agir bi qada daristanî ket.
Ev şewat hê jî dewam dike.
18’ê Tebaxê qada Werxelê ya Avaşînê bi helîkopterên êrişê hat bombekirin.
Heman rojê qadên Karker, Şikefta Birîndaran û Tîpa T ên Zapê ji qereqolên li ser sînor û helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
Dîsa 18’ê Tebaxê dora gundên Êdinê, Dêşîşê, Serarû û Kela Qumriyê û Koordîne yên bi ser bajarokê Kanîmasî ve bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.