Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmed Karamûs: Armanca van êrişan tunekirina destkeftiyên gelê Kurd e

 

HEVSEROKÊ KNK’Ê AHMED KARAMÛS:
ARMANCA VAN ÊRIŞAN TUNEKIRINA DESTKEFTIYÊN GELÊ KURD E

Di 23’yê Nîsanê de artêşa dewleta tirk a dagirker li dijî herêmên Metîna Avaşîn û Zapê dest bi tevgera dagirkeriyê kir.

Heta niha êriş berdewam dikin û gerîla li dijî êrişan berxwedaneke bêhempa raber dike.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ahmed Karamûs li ser hewildanên dagirkeriya dewleta tirk ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Ahmed Karamûs bal kişand ser armanca vê êrişkariyê û got:

“Hedefa van êrişan ne tenê PKK’ê û şervanên azadiya gelê Kurd, herwiha tevahiya Kurdistanê ye.

Divê kurd giş zanibin ku armanca van êrişan tinekirina hemû destkeftiyên gelê Kurd e.”

Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamûs herî dawî ev peyam da:

“Ger gelê Kurd yekîtiya xwe ava neke wê nikaribe li dijî êrişên li ser çar aliyên Kurdistanê tên meşandin jî, bisekine.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv