TEVGERA DAGIRKERIYA TIRK DEWAM DIKE
MIDÛRÊ BAJAROKÊ KANÎMASÎ DAGIRKERÎ PROTESTO KIR
Midurê Bajarokê Kanîmasî yê girêdayî Amediyê Serbest Sabrî, der barê tevgera dagirkeriya tirk de daxuyanî da û got:
Artêşa tirk heya niha tenê li girên Kestê û Dîrarê bi cih bûye.
Herêm her tim tê bombebaran kirin.
Di encama bombebaranê de, hezar donim erdê li herêma Berwarî Bala zirar dît.
Ji ber vê rewşê cotkarî û sewalkarî nayên kirin.
Dîsa li herêmê ji ber bombebaranê şewatê rû da û zirar gehişt gelek bax û baxçeyên welatiyan.
Şêniyên vê derê li dijî dagirkeriyê bi hêrs e.
Xelkê herêmê li pêşberî hêzên asayîşê, saziyên herêmê û baregehên artêşa dagirker, nerazîbûn nîşanî bombebaranê da.