Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xelkê Başûr: Divê gel li dijî êriş û dagirkeriyê rabe serhildanê

 

ÊRIŞ Û DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
XELKÊ BAŞÛR: DIVÊ GEL LI DIJÎ ÊRIŞ Û DAGIRKERIYÊ RABE SERHILDANÊ

Dewleta Tirk êrişkarî û hewildanên xwe yên dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê didomîne.

Ev rojan e, bi hemû hêza xwe êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Mêtîna dike.

Şêniyên Binarê Qendîlê li ser êrişan daxuyaniyek dan û ji gel daxwazkirin kirin bi yek dengî li dijî dagirkeriyê rabin.

Li ser êrişên dewleta Tirk li parka Azadî ya Silêmaniyê çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de mamosta Nadir Elî axivî û got:

Bêdengî û bêhelwestiya hikûmeta Iraq û rêveberiya herêma Kurdistanê dibin sedema êrişên dewleta Tirk.

Li navçeya Germiyanê Rizgarî jî daxuyaniyek hat dayîn.

Di çalakiyê de li ser navê Eniya Nîştimanî Goran Rehîm axivî.

Û bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwedî helwest bin.

Mele Xidir Mihemed pilanên dewleta Tirk ên li ser herêma Başûrê Kurdistanê ji ajansa nûçeyan Rojnewsê re nirxand.

Mele Xidir dibêje, armanca dewleta Tirk zelal e, cîhada herî mezin li dijî zilmê derketin e.

Rojnamevan û mamostayên navçeya Koyeyê jî armaca êrişa dewleta Tirk wek qirkirina tevahiya Kurdan dinirxînin.

Û dibêjin, dem ne dema bêdengiyê ye, lazime gelê Kurd li dijî dagirkeriyê rabe û axa xwe biparêze.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv