Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: Şêx Ebduselam Berzanî an Sofî Ebdulahê Yengeçinî?

 

AHMET AKTAŞ / RONAHÎ
ŞÊX EBDUSELAM BERZANÎ AN SOFÎ EBDULAHÊ YENGEÇÎNÎ ?

Şêx Ebdusselam, birayê Mele Mustefa Berzanî ye. Sala 1908’an ji aliyê Mihemed Fazil Paşayê Tirkê Osmanî ve tê girtin. Ji ber ku Itihadî Terakî desthilatiya Osmanî xistiye dest xwe. Mele Mistafe, hêj 3 sali ye, wî jî dixe gel Ebduselam li zîndana Mûsilê/Nînovayê. Çîroka Şêx Ebduselam dirêje û ya giring jî, aliyên wî yê tevgêr û têkoşînê pir dişibin yên KCK’ê:

Navenda şerê wî yê li dijî desthilatiya tirkên Osmanî ZAP e. Di 1912 de Itihadî Terakî dirûxin, Partiya Azadî û Itilafî dibe desthilat. Ji zîndanê derdikeve û peymanek 8 xalî li gel vê desthilatiyê îmze dike. Her 8 xal jî, bi naverok, di xweseriyên îro yên Başûr û Rojava de hene.

Di 1913 de, dîsa Itihadî Terakî dibe desthilat, Sileyman Nazif dikin Parezgerê Mûsilê û dîsa şerê Ş.Ebduselam û Tirka bi dijwarî despê dike. Bi ser nakeve, lê teslîm jî nabe, diçe Rojhilat gel Simkoyê Şikakî. Silêman Nazif, dest davêje şêwazê nasyar ê xiyanetê ku îro jî ev di meriyetê de ye: Jibo girtin-kuştina Ş.Ebduselam û hevalên wî XILAT’ê terxan dike. Her weke XILAT’a ji bo pêşengên KCK’ê û bi taybetî, nuha dubare her 3 pêşengên KCK’ê hatiye terxandin. Di vê çarçovê de, Sofî Ebdulahê Yengeçînî, xiyanetê bi mêvanê xwe Ş.Ebduselam û 3 hevalê wî re dike, wan di xew de radestî neyaran dike. Di ser Wanê û Amedê re derbasî Nînovayê dike û di sala 1914 de, bi idamê tên şehid kirin.

Çarenûsa kurdan û hilwesta neyarên wan çend dişibin hev, ne ? Ka îca em bala xwe bidin daxwiyaniya Mesrûrê neviyê Ş.Ebduselam û M.M.Berzanî! Dibêje, “ti pirsgrêka Tirkiyê bi Kurdan re nîne, bi tinê pirsgrêk PKK ye”! De kerem bike, gelo mirov dikare vê gotinê çawa şîrove bike? Li Bakûr bêhtir ji hinek “Tunceli”yan dihat gotin ku “bûne evîndarên kujerê xwe”! Jiber ku li malên wan wêneyê serokkujer Ataturk heye û pesindariya wî dikin! Gelo ev pirsê ji Mesrûr re were kirin ew ê çawa bersîvê bide: Ma di dema Bapîrên te M.Mistefa û Ş.Ebduselam Berzanî de, PKK’ê hebû?

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv