Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sabrî Ok: Em ê li ser şopa şehîdan bimeşin û teqez bi ser kevin

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
EM Ê LI SER ŞOPA ŞEHÎDAN BIMEŞIN Û TEQEZ BI SER KEVIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok tevli Bernameya Taybet a televîzyona me bû û bersiv da pirsên rojnamevan mehmet Emîn Yildirim.

Sabrî Ok destpêkê di şexsê şehîdên meha gulanê d e hemû şehîdên doza azadiya Kurdistanê bi minetdarî bi bîr anî û destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Kurdistanê wê li ser şopan şehîdan bimeşe û teqez bi ser keve.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
DEWLETA TIRK PIŞTÎ ŞIKESTIN Û TÊKÇÛNA LI GARÊ ÊRIŞÎ ZAPÊ, METÎNA Û AVAŞÎN KIR

Der barê tevgera dagirkeriyê ya dewleta tirk de Sabrî Ok diyar kir ku ji destpêka têkoşîna azadiyê ve êriş hene.

TEVGERA DAGIRKIRINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YA DEWLETA TIRK
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK HELWESTA HIKÛMETA BAŞÛR DINIRXÎNE

Sabrî Ok destnîşan kir ku hêzên weke Brîtanyayê û hêzên dîtir ên navnetewî jî ev êriş erê kirine û îcaze dane dewleta tirk ji ber wê wisa bê perwa êriş dike.

Sabrî Ok li dijî êrişan helwesta Hikûmeta Başûr jî nirxand.

Der heqê mahiyet û armanca esasî ya êrişên dagirkeriyê de jî Sabrî Ok daxuyaniyên wezîrê şerê taybet Suleyman Soylu mînak da û destnîaşn kir ku armanca wan dagirkirina temamiya Başûr e.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK
DEWLETA TIRK LI GEL BIKARANÎNA TEVAHÎ TEKNÎKA XWE TI ENCAM BI DEST NEXIST

Sabrî Ok bi berfirehî şerê dijwar ê li Zap, Avaşîn, Metîna pêk tê û berxwedana gerîlayên azadiya kurdistanê nirxand.

Sabrî Ok destnîşan kir ku gerîla wê bi berxwedana xwe vab êrişan hemûyan pûç bike lê ya girîng ew ku gel jî bi çalakiyên xwe di vê berxwedanê de cih bigre.

Sabrî Ok destnîşan kir ku bi taybetî jî lazim e gelê Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê raweste.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv