Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tayîp Temel: Sala 2021’ê û têkoşîna azadiyê ya Kurdan

 

TAYÎP TEMEL / WELAT
SALA 2021’Ê Û TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA KURDAN

Di dîroka xwe de kurd bi qasî îro hem ne aktorekî herêmî bûne hem jî bi têkoşîna xwe, bi bernameya xwe ya siyasî, bi modela xwe ya civakî ewqas li raya giştî ya cîhanê nehatine nîqaşkirin û neketine rojevê. Bi taybetî Şoreşa Rojava, pirsgirêka kurd xiste rojeva cîhanê û îmaja kurdan a navneteweyî anî merheleyeke gelek girîng. Ji ber vê yekê jî, pirsgirêka kurd, êdî ji sînorê kurdan û Kurdistanê derketiye û bûye meseleyeke herêmî û navneteweyî.

Wek berê jî hatî gotin îro li Rojhilata Navîn navenda şerê parvekirina desthilatiyê ku wek “Şerê Cîhanê yê 3’yemîn Kurdistan e.” Di nav vê atmosferê de, kurd di qonaxeke wisa dîrokî de ne, an dê destkeftiyên xwe yên heta niha bi berdêlên giran bi dest xistine jî winda bikin, an jî dê rû û zemînê pirsgirêka kurd biguherînin û bînin qonaxa avakirina statûyekê û mayîndekirina wan destkeftiyan.

Di qonaxeke wiha dîrokî de hem geşedanên li Rojava, hem dagirkeriya li Başûr, hem jî êrîş û zextên li ser siyaseta demokratîk a li Bakur bi hevdu ve girêdayîne. Mahiyet û çarçoveya êrîşan beriya her tiştî xwe dispêre nêzikatiya dewletê ya sed salan û ew jî dagirkirin û domandina mêtingeriyê ye. Ji bo wê jî bi hemû hêza xwe û bi seferberiyeke mezin dixwazin rê li ber geşbûna daxwaza azadiyê û meseleya statûya kurdan bigirin û îmaja ku kurdan di raya giştî ya cîhanê de bi dest xistine, berovajî bikin.

Di vê atmosfera siyasî û hevsengên polîtîk de nêzîkatiya dewletê ya pirsgirêka kurd herî zêde di tecrîda Îmraliyê ya li ser Birêz Ocalan de krîstalîze dibe. Di 22 salan û bi taybetî di 6 salên dawî de, ev nêzîkatî zêdetir aşkera bûye. Ji bo wê jî, nêzikatiya li Îmraliyê wek nêzikatiya li meseleya azadiyê ya kurdan e.

Di têkbirina siyaseta dagirkeriyê û polîtîkaya tecrîdê de helbet roleke girîng a siyaseta demokratîk û bi taybetî jî ya HDPê heye. Ji ber ku HDP sermayeya têkoşîna gelê kurd a bi salan e, ji ber ku HDP navenda têkoşînê ya hêzên demokratîk ên Tirkiyê ye, loma jî di vê qonaxa dîrokî de roleke wê ya taybet û damezirîner heye. Di vîzyona dewleta tirk a 2023’an de, ku xwe li ser têkbirina destkeftiyên kurdan ava dike, hêz û eniya ku dikare rê li ber pratîzekirina vê vîzyona faşîzmê bigire tenê HDP ye. Dîsa bi bernameya xwe ya polîtîk, bi modela xwe ya civakî, hêza ku herî zêde dikare ji bo kurdan û gelên Tirkiyeyê bibe hêvî tenê HDP ye. Ji bo wê jî di sala 2021’an de HDP wê hewl bide ku vê eniyê berfirehtir bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv