Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: MÎT û muxabarat, çima li Bexdayê?

 

AHMET AKTAŞ / WELAT
MÎT Û MUXABARAT, ÇIMA LI BEXDAYÊ ?

Li gorî çapemeniyê, weke nûçeyek girîng tê gotin ku serokê îstîxbarata Tirkiyeyê MÎT’ê Hakan Fîdan û serokê îstîxbarata Sûriyeyê Muxabaratê Elî Memlûk, di demek kurt de li Bexdayê dicivin!
Her wiha van her du kesan di çileyê sala 2020’an de, li Moskovê li hev rûniştibûn. Wisa diyar dibe ‘mejiyê jor’ ê ku vê lihevhatinê dixwaze hat guhertin. Berê Rûsya bû, niha DYA ye! Lewma cihê wê jî bêgûman naveroka wê jî tê guhertin.

Qasî girîngiya hevdîtin an lihevhatina van dewletan, cihê wê çima bû Bexda (?) jî ewqas girîng dibe. Helbet Bexda ne bi tenê ye, li gel wê Hewlêr heye. Jixwe ya ku Kurdistanê û Tevgera Azadiya Kurdistanê bêhtir û yekser eleqedar/têkildar dike ev xal e!

Germbûn û xurtkirina vê mijarê, bi anîna ser rêveberiya Iraqê ya Mustafa Kazimî re destpê kiriye.

Bi taybetî di van herdu mehên dawî de, trafîka siyasî û dîplomasiyê li derdorê Bexda û Hewlêrê geş bû. Bi Konferansa Bexdayê ya bi navê Hevkarî û Hevpariya Bexdayê re, girîngiya armanca vê herêmê bêhtir derdikeve holê. Kazimî bi gotineke weke ‘em dixwazin Iraqê bikin navenda hevdîtin/têkiliyan’, armanca kar û mîsyona xwe hinekî aşkera kiribû!

Hem beşdarên koferansê û hem jî trafîka piştî konferansê, wate û girîngiyê zêdetir dikin. Di vê mijarê de, rola sereke ya DYA û Macron derdikeve pêş.

Li pey wan bi hefteyekê; di 7’ê îlona 2021’an de, Nûnerê Bilind ê YE’yê Josep Borrell jî daket Bexda û Hewlêrê. Weke ku bixwaze dengê xwe, ji yê Macron bilindtir bike, mîna ku ne bi tenê nûnerê YE be, mîna nûnerê NATO’yê jî be axivî. Jixwe, bi dilgermî û kêfxweşiyek mezin piştgiriya xwe ya ji bo herêmê ya piralî diyar kir û bi vêna jî ranewestiya got: “NATO, plan dike ku biryargehek xwe ya 2’an jî li Hewlêrê ava bike.”

Di vê trafika Bexda-Hewlêrê de, gera şandeya CHP’ê jî heye. Tê gotin ku cara yekê ye CHP diçe Hewlêrê û ‘fermî-aşkera’ bi navê Rêveberiya Kurdan re rûdinê! Helbet li vir bi serokê Eniya Tirkmena re jî rûdinê.

Ji van konferans, civîn û hevdîtinan hinek gûmanên neyînî derdikevin holê. Ji ber ku hem daxuyaniyên nebaş ên dijî Tevgera Azadiyê gelek hatin dayîn û gelek bûyerên di asta êrîşên qirkirinê de pêkhat û pêk tên; li Başûr, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Mexmûr, Şengal, Rojava û hwd.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv