Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bê edaletiya li Tirkiyê: Dozgerê Tirk doz li Emîne Şenyaşar vekirin!

 

BÊ EDALETIYA LI TIRKIYÊ
DOZGERÊ TIRK DOZ LI EMÎNE ŞENYAŞAR VEKIRIN!

Roja 14’ê Hezîrana 2018’an parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Halîl Yildiz, êrişî malbata Şenyaşar kirin.

Haci Esvet û kurên xwe Adil û Celal Şenyaşar bi awayekî hovene hatin kuştin.

Tevî ku ev komkujî li ber çavên cihanê hatkirin jî, dozgeriya tirk Fadil Şenyaşar ê li nexweşxaneyê dihat dermankirin da girtin.

Û ev zêdetirî 3 sale li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirktin.

Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo edalet û dozek adîl pêk were, ji 9’ê Adara 2021’an ve, li ber dadgeriya Rihayê li “edaletê” digerin.

Tevî gelek caran hatin binçavkirin jî lê dest ji çalakiya xwe bernedan.

Di roja 86’an a çalakiyê de bi hinceta “heqaret li wezîfedaran kiriye” Serdozgeriya Rihayê, derbarê Emîne Şenyaşar de, lêpirsîn da destpêkirin û bidawî bû.

Tevî ku 3 ferdên malbatê Emîne Şenyaşar hatine kûştin jî, dozgerê tirk 4 salan cezayê zindanê ji Emîne Şenyaşar re xwest.

Ev ceza jî aliyê Dadgeha Rihayê ve hat qebûlkirin û danişîna doza Emîne Şenyaşar, wê di 12’ê Mijdarê de pêk were.

Ya balkêş ewe ku zêdeyî sê sal e biryara “veşarî” li ser dosyeya malbatê ye.

Di roja 186’an a çalakiya Nobeta “Edaletê” de, Emîne Şenyaşar li ser bê edaletiya tê kirn axîvî;

Ferît Şenyaşar, têkildarî doza derbarê dayika wî de hatiye vekirin wiha dibêje;

Ji ber ku dayîka min Edaletê dixwaze doz lê hatiye vekirin. Wê ev bêhiqûqî heta kengî bidome?”

Parezerê malbatê Serhat Kûrt jî nerazîbun nişanî vê biryara dadgehê da û got;

Êdî dozger nizanin wê çi bikin. Divê doz ne li miwekîla min, li kesên komkujî pêk anîne were vekirin û ev bang kir;

Her kesên xwedî wijdan ku li daxwaza edaletê digerin vexwend rûniştina dozê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv