Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Işik: Ji serdana CHP’ê bêhna xêrê nayê

 

FEHÎM IŞIK / WELAT
JI SERDANA CHP’Ê BÊHNA XÊRÊ NAYÊ

Serdana CHP’ê ya başûrê Kurdistanê tê nîqaşkirin. Gelek kes dixwazin meseleyê fam bikin. Bi rastî em jî dixwazin meseleyê fam bikin. Ev çend roj in li pey kulîsan ketim. Heta hevalên me çendî car xwestin bi endamên heyeta CHP’ê ku çûbûn başûrê Kurdistanê biaxivin. Lê ew jî bersiv nedan, venegeriyan hevalê me. Diyar e, di nav hesab û kitêban de ne.

Bêguman, ew ê di nêz de zêdetir aşkera bibe. Xwedê mezin e. Lê berî ku aşkera bibe, em li meseleyê binêrin.

Yekemîn îtîraf ji AKP’yiyan hat. Melîh Altinokê nivîskarê Sabahê ku ‘çepgirekî’ kevin û qelemşorekî AKP’yê ye, gelek zelal nivîsî. Dijberiya CHP nekir, tenê rexne li nêrînên wan ên derheqê AKP’ê girt û got “dereng mane.”

Gelo ji bo çi dereng mane? Bi gorî Melîh Altinok, di pêkanîna siyaseta dewletê de dereng mane. Siyaseta dewletê jî aşkera dike û wiha dibêje:
“Enqere ji heyama Ozal û vir ve ji cûdabîna navbera malbata Barzanî û PKK’yê ku carina bûye sedemên şer di nava her du aliyan de, îstîfade dike. Wekî di dema pêvajoya çareseriyê de hat dîtin, bi malbata Barzanî re – ku bingeheke wan ê xurt di nav civaka kurd de heye – peywendiyek stratejîk pêk tîne bi vî awayî dixwaze hukma PKK’ê di herêmê de lawaz bike.”

Ev îtîrafek aşkera ye. Ew ê muxatap çi qas ji vê îtîrafê encam derdixin, li aliyekî. Lê ger wiha be, sedema serdana CHP’ê zêdetir zelal dibe. Ew, xwe amadeyê îktîdara pêşerojê dikin û dixwazin armanca dewletê ev car ew rêve bibin.

Kesên di heyetê de cih digirin jî, vê armancê zelal dikin. Unal Çevîkoz bi salan li derveyî welat niwêneriya Tirkiyeyê kiriye û niha jî li ser navê CHP’ê vê niwêneriya xwe bi cih tîne.

Bêgûman, sedem tenê ne ev in. Hin sedemên din jî hene. Sedemek girîng jî bêçarebûna li hember HDP’ê ye.
Bi salan e ew ji alîkî, AKP ji alîkî li HDP’ê didin. Piştî hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’a mejiyê wan têk çû. HDP, wekî alternatîfek xurt derket meydanê. Erdogan winda kir. CHP bi pêş neket.

CHP dît ku li hember van êrîşan jî tevgera kurd li ser pêyan e û HDP jî her diçe xurttir dibe, ev car dest bi ceribandina rêyekî nû kir. Ew jî dilxweşkirina kurdan e. Peyama ceribandina vê siyasetê jî ji başûrê Kurdistanê dan.

Ji vê siyaseta nû ya CHP’ê, bêhna lawazkirina tevgera kurd û HDP’ê bi aşkera dixuye. Ev jî bi me diyar dike ku ne dewlet û ne jî CHP, derheqê bakurê Kurdistanê de hesaba xêrê nakin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv