Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: ‘Dewleta AKP-MHP’ê ket lîsteya terorê’

 

AHMET AKTAŞ / RONAHÎ
DEWLETA AKP-MHP’Ê KET LÎSTEYA TERORÊ

Ma her car Kurd nakevin listeyên xerab ên teror û hwd. yên navdewletî, vê carê dewleta Tirkan ket listeya xerab ya navdewletî.
Saziya FATF, li gel du dewletên din Tirkiye jî xistiye LISTEYA GRÎ. Li ser sûcê ku pereyên reş spî kirine û rê daye fînansekirina terorê. Ev jî tê wateya ku xizmet ji terorê re kiriye; mînak weke DAIŞ, EL NUSRA û hwd. Lewma eger were gotin ku dewleta Tirkan ket lîsteya terorê ya navdewletî, ne gelek şaş e.

Helbet rêveberiya AKP-MHP’ê ji vê biryarê pir nerihet bû. Hema li pey vê nûçeyê, mijara daxuyaniya hevpar ya 10 balyozên mezin yên dewletên giregir ket rojevê. Daxwaziya azadkirina Kavala kirine.

Herwiha helwesteke baldar ya saziyên herî mezin yên karsazên Tirkiyê TUSIAD û TOBB’ê jî bi daxuyaniyeke berfireh ket çapemeniyê. Ji ber ku heta niha li gel rêveberiya AKP-MHP’ê cih digirtin, ev daxuyaniya wan ya nû ya rexnegir û bi taybetî di vê demê de ku tara bêjingê li serê Erdogan teng bûye hat weşandin, gelek hêrs kir.
Rapora Komisyona Yekîtiya Ewrûpayê jî, vê carê rexneyên tûjtir li Tirkiyeyê kirine û hebûna hêzên Tirkiyê li Sûriyê wek dagîrkerî nîşan daye. Jixwe di civînên bilind yên Yekîtiya Ewrûpa û NATO ku li Brûkselê pêk hatin de, ji bo Tirkiyê tiştekî xêrê derneket. Herwiha di civîna Cinêvê de ya ji bo çêkirina makezagona Sûriyê jî serneketî bi encam bû, Gier Pedersen got “ez bûm xeyalşkestî”!

Dadgeha DYA, daxwaziyên Tirkiyê yên jibo rawestandina dozên li ser Halkbankê red kirine.
Rojnameya Bild ya Almanî, li ser van bûyerên dawî jibo R. Erdogan gotinên gelek neyînî nivîsandine û dibêje “êdî ev rêveberiya Tirkiyê dikare her tiştî bike”!

Diyar dibe ku li Soçî li hev nehatine, ji ber wê şandeyeke girîng ya Rûsya derbasî Şamê bû û tê gotin ku şêwra wan çêbûye ji bo bi şêwazekî xweseriya Kurdan jî çareser bikin.
Parlemena Katalunya, biryara pejirandina Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilata Sûriyê stand û şandeyakê jî dişînin Rojava.
Di awir û gotinên R. Erdogan de aşkere diyar dibe ku ji van bûyer û biryaran gelek eniriye û aciz bûye.
Lewma hema bihêrs got “min ferman da wezîrê xwe yê derve ji bo bilez wan her 10 balyozan, mirovên nayên pejirandin ragihîne”
Ji vê hêrsa wî diyar dibe, wê hêviya ku wê Biden li civîna G-20’an ya Romayê bibîne jî têk çûbe. Jixwe Tirkiye ji vê komê jî hatiye derxistin.

Eger rastiya van bûyeran xurt be, ew hewldanên wan yên li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê; çûna Soylu ya Tahranê, Akar ya Bexdayê û hevdîtinên Fidan li gel Memlûkî, wê bi ser nekevin!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv