Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parêzerek bi propagandaya ENKS’ê xapiya, li Efrînê hate revandin

Îstîxbarata Tirk li Racoyê parêzereke Kurd Necah Omer Eros revand.

Endamên îstîxbarata Tirk û çeteyên ku navê ‘polîsên sivîl’ li xwe kirine, 23’ê Cotmehê ji gundê Kûîra yê navçeya Raco ya Efrînê parêzera Kurd Necah Omer Eros (52) revandin.

Necah Omer Eros bi propagandaya ENKS’ê ya vegera li Efrînê xapiya bû û ji Helebê vegeriya bû gundê xwe yê li Efrînê. Piştre jî bi hinceta ku li saziyên Rêveberiya Xweser xebitiye hate revandin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê-Efrîn, ji destpêka meha Cotmehê ve 14 jin û zarokên keç li Efrîn a dagirkirî hatin revandin.

Nîemet Behcet Şêxo ya ku li navenda kantona Efrînê tevî hevserê xwe hate revandin û ducanî bû, ji aliyê çeteyan ve bi êşkenceyê hatibû qetilkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv