15. FESTÎVALA NAVNETEWÎ YA ŞANOYA KOLAN
LI MERÎWANÊ FESTÎVALA ŞANOYA KOLANÎ DESTPÊ KIR
Li bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê bi şanoya xwe ya kolanî tê nasîn.
Biryar bû 15. festîvala navnetewî ya ku her sal tê lidarxistin dinavbera 23-28 Cotmehê bihatiba lidarxistin, lê ji ber şewba koronayê taloq bû.
Komîteya amadekar a festîvalê bi daxuyaniyekê ragihand ku festîval wê 27′ Cotmehê li Parka Şanoyê ya bajarê Merîwanê destpê bike.
Ji gelek dewerên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hunermend bi berhemên xwe tevlê festîvalê bibin.
Festvîla ku 27’ê Cotmehê destpê kir wê heya 1’ê Mijdar bidome.