Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Adar Gulan: ‘Mêtingeriya nûjen a Tirkkirinê’

 

MÊTINGERIYA NÛJEN A TIRKKIRINÊ
ADAR GULAN / XWEBÛN

Mêtingeriya Tirk sedema hemû pirsgirek, kaosên herêmê ye. Hegemonya hişmendiya tirkkirinê, li pêşiya ewlehiya erdîngeriya Mezopotamya û Rojhilata Navîn astengiyan derdixe. Bîrdoziya fermî ya netewedewleta tirk, bi nêrîna dewşîrmeyên ‘qesrê’ ava bûye. Ji bilî serweriya tirkkirinê bi tu awayî nasnameyên cuda nayên pejirandin, tenê tên tepisandin û tesfiyekirin…

Ola îslamê di berjiwendiyên desthilata xwe de mîna mertal bi kar tîne, nexweşiyên civakî yên heyî girantir dike. Bi talan, dagirkirinê ya welatên cÎran re dilê xwe xweş dike, bi qetilkirina mirovên bêguneh serxweş dibe û bi serkeftinên pûç û biçûk, ji ser hişê xwe diçe.

Ji lewre hikumraniya rejima mêr bi rageşî dertê pêş. Ji polîtîkayên mêtingeriya tirk xwîn, ji gotinên desthilata wan fitne dibare. Hewl dide ku li ser xwezaya rengîn a herêmê, mêtingeriya serwer a gelacî hakîm bike.

Qirkirina etnîkî armanc dike. Tunebûna xwe di hêviyên azadiyê yên civaka gelên herêmê de pênase dike. Neyarê jin, demokrasî û edaletê ye! Li dijî azadiya jinan, bi şerê qirkirina zayendî bersivê dide.

Bêguman êrîşên mêtingeriya Tirk ên li ser Rojava, Şengal, Mexmûr û Başûrê welêt pêk tên, bi erêkirina hinek dewletên navneteweyî pêk tê.

Tirsa mêtingeriya tirk a herî mezin ew e ku Kurd hêza xwe bikin yek; rêxistina xwe fireh bikin û rê li ber demokrasiya Rojhilata Navîn vekin.

Heta ku pirsgireka Kurd çareser nebe wê ewlehiya herêmê jî misoger nebe. Gelê Kurd di bin şûrê qirkirinê de bi parastina heyîna xwe radibe.

Meseleya Kurd, meseleyeke sedsalê ye; di encama polîtîkayên hevbeş ên parçekirina Kurdistanê de hêzên mêtingeh di înkarkirina hebûna Kurdan de bûne yek.

Lê mixabin li hember wan polîtîkayên înkarkirinê, gelê Kurd sedsal in hîn jî yekitiyeke neteweyî ava nekiriye.

Êrîşên ku îro li ser Şengal, Rojava, Mexmûr û Başûrê welêt pêk tên, ji bo gelê kurd hinceta parastina neteweyî ye. Ji bo ku ruhê sazûmaniya yekitiya neteweyî saz bibe, hincetên gelê kurd gelek in, lê ji bo ku em neyartiya hevûdin bikin, tu rê li pêşiya me nemane.

Ji bo xweparastina li dijî mêtingeriya nûjen a tirkkirina neteweya Kurd; zanistiya dîrokî, neteweyî, yekgirtî û hevkariya têkoşînê pêwîst e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv