Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Işik: ‘Kampanya dersa Kurdî ya bijare’

 

KAMPANYA DERSA KURDÎ YA BIJARE
FEHÎM IŞIK / WELAT

Ji bo pêşî li spekulasyona bigrim, gotina xwe ya dawî li pêşî bêjim. Bêşik piştgiriya hewldana dersa kurdî ya bijarî dikim. Kin û kurt hemû destkeftî ya kurda ye û mafê her kurd e ku hem van destkeftiyan biparêze, hem jî biemilîne.

Bi vê mebestê carekî din ez bang dikim da ku zarokên kurda di dibistanan de zimanê xwe bibijêrin. Wext kurt e. Çend rojên mayî jî bila baş bikar bînin.

Her çi qas rastî ev be, divê em rûreşiyekî jî bibînin. Eger hewldana me û hewldanên ew aliyên ku bi her cûre neyartiya xwe li dijî kurda didomînin dema dişibin hevûdu an jî heman tişt in, divê kurd ne yek car, sed car bifikirin. Kurdek dilsoz û welatparêz û waliyê dewletê nikarin bi heman zimanî daxwazek ji dewletê bikin.

Partiyek nijadperest û hêzeke kurdî, bi heman cûreyî nikarin bangewaziya kampanyayek bikin. Eger ev xetên bi qasî erd û ezman ji hev cûda ne bişibin hevûdu, bizanibin di nav vî karî de lîstikek, herî kêm hesabek heye. Divê marjên kurda aşkere be, zelal be.

Bi vê nêrînê em werin esasê…

Dema hin hêz û înîsiyatîf kampanyaya dersa bijarî ya kurdî dan destpêkirin, liv û tevgerek din jî destpêkir. Ji alîkî ve kesên li derdora Erdogan, ji alîkî ve jî muxalefeta Kemalîst û hevşîrîkên wan piştgirî dan kampanyayê. Divê kurd, herî kêm di vî warî de baldar bin. Bi aqil tevbigerin.

Mesele aşkere ye! Kurd kilîda sîstema wan e. Hem desthilatdar û hem jî muxalefeta dewletî, ji bo bikaribin desthilatdariya sîstemê bikin, pêwîstiya wan bi deng û piştgiriya kurda heye. Daxwaza dersa kurdî ya bijarî jî ji bo vê yekê, ango ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin.

Ev helwesta qirêj bû sedem ku gelek alî di destpêkê de kampanyayê tenê şopandin, heta heyamek jî bê deng man. Bi qasî ku tê dîtin ez jî tê de gelek alî dixwestin meseleyê baştir fam bikin.

Xwesteka wan di gewriyê wan de ma. Di serî de HDP, gelek aliyên din piştî destpêkirinê çend rojan ya kampanyayê, piştgirî dan. Bang li malbat û zarokên kurda kirin. Baş jî kirin. Bi van bangan ve hem kampanya xurt bû, hem jî aşkere bû ku ev mafê han kesek nedaye wan, ew bi destxistine. Bi vê piştgiriyê her weha rê li ber dilreşan jî girtin.

Hê jî hin dengên dilreş hene, dixwazin ji vê kampanyayê nakokiyan derxin û ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bikarbînin. Di nav vana de heke yên xwe wekî dilsozê kurda nîşan didin hebe, divê ew jî qe nebe ji niha pê ve hişyarbin, neyên lîstîka dewletê.

Di kampanyayê dersa kurdî ya bijarî de divê encamek wusa derkeve ku tenê rûreş û dilreş teşhîr bibin û kurd destê xwe xurttir bikin.

Belê, em piştrast in. Yek aliyeke dewletê ne samîmî ye û li pey lîstok û dafikan digerin. Qe nebe vê carê bila kurd derfet nede van lîstikvanan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv