Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: ‘Tirkiye-DAIŞ û plana Hesekê!’

 

TIRKIYE-DAIŞ Û PLANA HESEKÊ!
AHMET AKTAŞ / RONAHÎ

Êrişa bi navê DAIŞ’ê ya 20 Çile li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê, bi dengvedaneke mezin ket rojevê. Bi piranî eşkere bû ku armanca vê êrişê ne girtîgeh tenê bû û DAIŞ jî ne tenê bû. Lewra hem ji agahiyên berê û hem yên di êrişê de ji aliyê DAIŞ’iyên ketin destê QSD’ê, zelaltir dibe ku dewleta Tirk bi riya MIT’a xwe, bi sedan kesên kujer, li Serê Kaniyê û Grê Spî perwerde kirine. Her wiha hem li gorî agahiyên bi dest ketine û hem êrişên berfireh û hevdem, eşkere vê plangeriya dewleta Tirk piştrast dikim.

Dîsa weke gelek caran, di gelek êrişên bi van şêwazên ji aliyê vê dewleta terorîst ve hatine kirin de tê zanîn, di vê êrişê de jî diyar dibe.

Li vir eşkere tê dîtin ku armanc, ne bi tenê derxistina kujerên terorîst ên DAIŞ’ê ji zîndanê ye, lê belê armanca bingehîn; hilweşandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi giştî ye.

Her wiha ji bo vê planê, ji aliyê Iraqê ve jî komên sed kesî amade kirine û di heman demê de xistine rê. Her wiha li Başûr jî bi taybetî li ser Qadên Parastinê yên Medyayê, Mexmûr û Şingalê jî, êrişên xwe bê navber dewam kirin. Li Şingalê fermandarek û şervanekî YBŞ’ê jî şehid kirin.

Di vê êrîşa 20 Çile ya parçeyê plangeriya berfireh de, 2 xalên din jî yên giring hene. Yek; DAIŞ, hem di navê xwe de him jî di dema despêka avabûna xwe de, ji ber ku armanca wê ya sereke hilweşandina Şoreşa Rojava bû, lewma ji roja ewil ve heta roja dawî, her armanca êrişên wê yên bingehin di kesayetiya Şoreşa Rojava de, Tevger û Têkoşina Gelê Kurdistanê ye.

Dido; di despêkê de, êrişa xwe ya mezin di 15’ê Îlona 2015 de bir ser Serêkaniyê, 4 miha dorpoça xwe ya hovane domand, lê şikest. Li Serekaniya Bakur, AKP’ê hemû hêza xwe ya dewletî da xebitandin û bi zordarî şaredarî ji destê HDP’ê derxist in.

Weke ku dewleta Tirk, hîn jî li pey tolhildana şkestina xwe ango DAIŞ’ê ya Serêkaniyê û Kobanê be hewl dide!

Li aliyê din, di vî şerê dijî DAIŞ’ê de, raya giştî ya cîhanê jî maf dide QSD’ê û bi tevayî têkoşîna tevgêra Rojava.

Ya ku mirovan herî zêde hêrs dike, li gel durûtî û bêdengiyê ya herî neyînî; têkilî û piştgriya bi dewleta faşîst û qirker a AKP/MHP’ê re ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv