MECLÎSA XWESER YA ŞENGALÊ:
‘EM NIKARIN PARASTINA XWE TESLÎMÊ HÊZEKE DIN BIKIN’
Encamnameya 4’emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ku 23-24’ê Tîrmeha 2021’an de pêk hatibû, hat eşkerekirin.
Cara yekemîn pêkhateyên Ereb, Şîa, Mesîhî jî tevlî kongreyê bûn û di meclîsa nû de cih girtin.
Meclîsê bang li Iraq û hêzên navnetewî kir ku xweseriya Şengalê nas bikin.
Kongrê hewldanên belavkirina hêza Asayîşa Êzidxanê red kir û tam berovajî biryar da ku ji bo mezinkirina asayîşa YBŞ/YJŞ’ê xebat werin zêdekirin.
Weke sedem Kongrê cih da van tesbîtan:
Bi komkujiyên dawî re îsbat bû ku bêyî berxwedan û parastina cewherî ne mimkun e civaka Êzidî hebûna xwe biparêze.
Hê jî gef û mêtirsiya fermanên nû li ser civaka me heye. Di nav rastiyeke wisa de em nikarin parastina xwe teslîmî kes an jî derdorên cûda bikin.
MECLÎSA ŞENGALÊ BANG LI ÎRAQÊ KIR:
‘XWESERÎ MAFÊ ÊZIDIYAN E, JI PERGALA ME NETIRSIN’
Kongrê ji rêvebirên dewleta Iraqê xwest ku ji xweseriya Şenalê netirsin û ev bang li wan kir:
“Xweseriya Şengalê tu zirarê nade Iraqê. Ev pergala me wê jiyana hevpar a gelan mîsoger bike, dikare ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên li Iraqê jî bibe modelek. Ev mafê me di destûra bingehîn a Iraqê û yasayan de jî heye. Divê Iraq ji Xweseriya Şengalê netirse.”
Meclisa xweser ya Şengalê bang li hemû Êzidiyan kir ku di bin banê wan de li hev kom bibin û ji bo parastina pêşeroja xwe tevlî xebatan bibin.