Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HRE: ‘Wesaîtekî hat îmhakirin, 5 eskerên dagirker hatin kuştin’

 

TÊKOŞÎNA JI BO RIZGARKIRINA EFRÎNÊ
HRE: WESAÎTEKÎ HAT ÎMHAKIRIN, 5 ESKERÊN DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê ji 2018’an vir ve li artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didin.

Bi taybetî îsal şervanên Efrînê derbên giran li dagirkeran dan.

Herî dawî 24’Tîrmehê şervanan di navbera gundên Meryemînê û Mereskê ya navçeya Şera de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîn.

Dîmenên vê çalakiyê hatin weşandin.

Di hedefa şervanan de wesaîteke zirxî ya bi tîpa kirpî hebû.

Di encama çalakiyê de wesaît hat teqandin û 5 eskerên Tirk hatin kuştin.

Her wiha 8 esker jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê de wiha hat gotin..

Dewleta Tirk li Efrînê, her cûre kiryarên dijî-mirovahiyê li ser gelê me dike.

Şervanan li dijî vê yekê bi awayekî xurt têkoşîn û berxwedana xwe bi çalakiyan didomînin.

Ev çalakî ji bo bersivdayina hovîtiya artêşa tirk yên li dijî şehîdgeha Efrînê hat lidarxistin.

Herî dawî Hêzên Rizgariya Efrînê got heta rizgarkirina bajarê Efrînê ji dagirkiyê bê navber çalakiyên xwe berdewam bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv