JI ALIYÊ PDK’Ê VE GIRTINA DÎPLOMATÊN ROJAVA
TEVÎ HEMÛ BANGAN JÎ PDK DERBARÊ GIRTIYAN DE TI AGAHIYÊ NADE
10’ê Hezîranê nunerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen û nunerên PYD’ê Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz li balafirgeha Hewlerê dema mêvanên xwe pêşwazî dikirin ji aliyê hêzên PDK’ê hatin revandin..
Ev 46 roj in tevî bangan hemûyan jî PDK di helwesta dijminahiyê de israr dike û derbarê wan de ti agahiyan nade..
BIRAYÊ MISTEFA OSMAN, NEHZET XELÎL OSMAN
“DIVÊ PDK TAVILÊ ÇARENÛSA WAN DIYAR BIKE”
Birayê endamê têkiliyên PYD’ê Mistefa Xelîl Osman, Nezhet Xelîl Osman da zanîn ku birayê wî ji dema ku hatiye revandin ve tu agahî jê nehatine girtin û bang li desthilata hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku sedema revandina birayê wî û cihê wî eşkere bike.
Nezhet Xelîl Osman diyar kir ku birê wî dîplomatekî Kurd e û xwest tavilê were berdan.
SIYASETMEDARÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
“REVANDINA HER 3 DÎPLOMATAN XIZMETA DAGIRKERÊN KURDISTANÊ DIKE”
Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hisên El-Elî fikarên xwe anîn ziman..
Û bang li PDK’ê kirin ku çarenûsa nûneran diyar bike.
Endamê Desteya Siyasî ya Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Muslim Ebas jî nerazîbûn nîşanî girtina dîplomatan da.
Muslim Ebas dibêje, revandina wan zerarê dide yekîtiya gelê Kurd û dikeve xizmeta hêzên dagirker..