ESKERÊN ÎRANÊ ÊRIŞ BIRIN SER KOLBERAN
5 KOLBER BI AWAYEKÎ HOVANE HATIN ÊŞKENCEKIRIN
Li gor nûçeya Kolbernewsê roja 19’ê Tîrmehê li herêma sînorê Çildêranê eskerên Îranê kemîn danî pêşiya komek kolber.
Eskeran li ser xebata sînor ya nêzî gundê Sîsa Gulîk ê Çaldêranê êriş birin ser kolberan û 5 kolber girtin.
Di kemînê eskeran de kolberên bi navê Cemla Hesenpûr, Baran Hemepûr, Hisên Fîrunzî, Welî Muqîmî û Hemîd Ebdulazade hatin girtin.
Kolberên ku ji aliyê eskeran ve hatin girtin bi êşkenceyê rû bi rû man.
Wek di dîmenan de jî diyar dibe di encama êşkenceya eskeran de kolber êdî nikarin bimeşin.
Di heman nûçeyê de hat ragihandin ku êrişên eskerên Îranê li ser kolberan her ku diçe zêde dibe.
Di encama êrişên eskeran de gelek caran kolber tên kuştin an go birîndar dibin.