ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CAFER ŞERVAN:
ÇIRÛSKA AZADIYÊ YA ROJAVA KU BI KEDA RÊBER APO VÊKET BÛ KELEHA BERXWEDANÊ
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cafer Şervan bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ji ANF’ê re axivî û bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û rê û rêbazên têkoşîna li dijî dagirkeriyê.
Cafer Şervan di destpêkê de salvegera 9’an a Şoreşa Rojava li Rêber Apo û gelan pîroz kir, di şexşê şehîdên şoreşê de şehîdên azadiyê bi minetdarî bi bîr anîn.
Cafer Şervan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çar aliyên Kurdistanê bi bîr xist û got:
Heke berxwedaneke xurt bi pêş keve, ev dewleta faşîst wê têk biçe.
Di serî de Efrîn, rizgarkirina Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên dagirkirî divê karê sereke be.
Der barê rewşa desthilatdariya faşîst a Erdogan û Bahçelî jî Cafer Şervan ev nirxandin kirin:
Ev desthilat li ber têkçûnê ye.
hem li hundir hem jî li derve teşhîr bûye. Ji ber wê êriş dike.
Lazim e xelkê me yê Rojava li her qadê polîtîkayên dewleta Tirk a mêtinger teşhîr bike.
Bi êrişa li ser şehîdgeha Efrînê tê dîtin ku çawa êrişî nirxên me dike.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CAFER ŞERVAN:
TÊKOŞÎN Û BERXWEDAN YEKANE RÊYA RIZGARIYA JI MÊTINGERIYÊ YE
Cafer Şervan li dijî êrişan îşaret bi giringiya tifaqa gelan jî kir:
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têgihiştiye ku yekane rêya rizgariya ji hovîtî û mêtingeriyê, têkoşîn e.
Her wiha tifaqa xurt a bi gelê Ereb re, hevkariya di nava jiyanê de derba herî mezin e ku li faşîzma Tirk a mêtinger hatiye xistin.
Civaka Ereb û her kesên dixwazin bi rengekî azad bijîn, divê zanibin ku bi tevlîbûna li pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ dikarin ji kiryarên mêtingeriyê rizgar bibin.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê CAFER ŞERVAN:
LI DIJÎ MÊTINGERÎ Û DAGIRKERIYÊ BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
Cafer Şervan got bi qasî desthilatdariya AKP-MHP’ê û Erdogan ti desthilatdarî olê bi kar nayne û wiha dewam kir:
Li dijî vê divê li tevahiya herêmê nirxên maf, edalet û wijdanê yê Îslamê bikin nirxên hêzên demokrasiyê.
Bi rastiya Îslam a demokratîk a civakîparêz û têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê, desthilatdariya faşîst mêtinger dikare bê têkbirin.
Ez bang li gelên Ereb û Kurd dikim ku bi têkoşîna hevpar bersiva xurt bidin mêtingeran.