ŞERÊ GERÎLA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: ARTÊŞA TIRK DÎSA LI WERXELA AVAŞÎNÊ GAZA BI JAHR BI KAR ANÎ
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî dan:
19’ê Tîrmehê bi şev artêşa dewleta Tirk a dagirker bi teqemenî û gazên bi jahr êrişî tunelên şer ên li qada Werxelê ya Avaşînê kir.
Heman rojê balafirên şer ên artêşa dagirker dora gundê Bazê yê bajarokê Kanî Masî yê Amêdiyê bombe kirin.
Di encama bomberdimanê de agir bi qada daristanî ket û hê jî dişewite.
Dîsa 19’ê Tîrmehê qereqolên li ser sînor bi obusan qada Çemço ya Zapê bombe kirin.
Di van êrişan hemûyan de ti zirar li hêzên gerîla nebû.