Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parlamena Katalan wê bi rojeva naskirina fermî ya Rojava bicive

 

NASKIRINA FERMÎ YA ROJAVA
PARLEMENA KATALAN LI SER VÊ MIJARÊ WÊ BICIVE

Li cîhanê parlemena Katalonyayê bû parlemena yekemîn ji bo naskirina Rojava wê bicive.

Pêşniyaznameya li ser mijarê ji aliyê ERC, Junts, CUP û En Comu Podem hat îmzekirin.

Civîn wê vê hefteyê bê lidarxistin û çav li rêye pêşniyaz ji aliyê parlemenê ve bê qebûlkirin.

Hêjayî gotinê ye partiyên ERC, Junts û CUP di heman demê de li herêma xweser a Katalonyayê li ser kar in û li parlemenê piraniyê pêk tînin.

Aliyekî balkêş ê belgeya tê rojeva parlemenê ev e, rojeva wekî “parçeyeke azad a Kurdistanê” tê binavkirin.

Di belgeyê de bang li parlemenê tê kirin, “Rêvebiriya Xweser a Bakurêrojhilatê Sûriyeyê” ku li ser konfederalîzma demokratîk hatiye damezrandin wekî hukumeteke fermî nasbike.

Herwiha bang li saziyên hukumeta katalan û rêxistinên sivîl tên kirin bi rêvebiriya Rojava re têkiliyên çêbikin û toreke hevkariyê saz bikin.

Li gorî belgeyê, di encama ev tora têkiliyan a di navbera Katalonya û Kurdistanê de, wê formên jinûveavakirinê ya derveyî kapîtalîzma hov bên pêşxistin.

Partiyên îmzeya xwe avêtin binê vê belgeyê, ji parlemena Katalonyayê daxwaz dikin, hevkariya bi gelê kurd re di plana mastir a 2019-2022’an ya hevkariya navneteweyî de bê bicîkirin.

Katalonya nêzîkî 8 milyon nifûsa duyemîn herêma herî mezin a otonom a Îspanyayê ye.

Katalan xwe wekî “neteweyek” bi nav dikin û piraniya welatiyên destekê didin doza serxwebûna Katalonyayê.

Lêbelê Îspanya serxwebûna Katalonyayê qebûl nake û ji referandûma serxwebûnê ya 2017’an û vir ve li hemberê tevgera katalan zilmeke siyasî dimeşîne.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv