PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
LI SILOPYAYÊ ŞAHIYEK HAT LIDARXISTIN
Li qada Newroz a Silopya bi pêngava ‘Dem dema azadiyê ye şahiyek hat lidarxsitin.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê Salîha Aydenîz jî di nav de gelek kes beşdarî şahiyê bûn.
Şahiyê bi rêzgirtina ji bo çangoriyên azadiyê dest pê kir.
Aktivîsta TJA’yê Asûman Kulter destpêkê axivî.
Hevserokê HDP’a Silopiya Kadîr Konûr jî bal kişand ser êrişên li ser HDP’ê û peyam da.
Paşê hevşaredarên Silopiya Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk gel silav kirin.
Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz jî wiha axivî.
Herî dawî hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û balkişand têkoşîna li dijî tecrîdkirina rêber APO.
Şahî bi stranên koma Awazên Botan, hunermend Merve Admiş û Azad Bedran bi dawî bû.