Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

TEV-DEM: Ji ber bêdengiya cîhanê, dewleta Tirk sûcê li dijî mirovahiyê dike

 

HOVÎTIYA BÊ SÎNOR
DEWLETA TIRK HEMÛ SEMBOLÊN BERXWEDANÊ LI EFRÎNÊ JI HOLÊ RADIKE

Adara sala 2018’an dema tevgera dagirkeriya Tirk li dijî Efrînê, êriş gihiştibûn asta xwe a herî dijwar..

Di nava wan mercên giran de gelê Efrînê li navenda bajêr ji bo zarokên xwe ên şehîd goristanek amade kirin..

Li gorî daneyên fermî di wê goristanê de cenazeyên 71 kesî hebûn..

Ew cenaze ên şervanên YPG, YPJ, Asayîş û xelê sivîl bûn..

Piştî tevgera dagirkeriyê bi 3 salan vê carê dewleta Tirk û çeteyên wê ku xwe bi ti awayî li sembolên berxwedana gelê Kurd ranagirin, mohra xwe li hovîtiyeke mezin dan..

Çawa ku beriya niha li goristinên şehîdan ên herêma Garzanê kiribûn, li Efrînê jî cenazeyên şehîdan derxistin.

Û ji bo bi ser vê hovîtiya xwe de bigrin, bi derewke wiha hewl dan raya giştî bixapînin:

Li Efrînê goreke komî ya kesên ji aliyê YPG’ê ve hatine kuştin, derket holê.

Lê ev derwên wan di nava demeke kurt de eşkere bûn..

HOVÎTIYA BÊ SÎNOR
TEV-DEM: JI BER BÊ DENGIYA CÎHANÊ, DEWLETA TIRK SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ DIKE

Li ser mijarê Tevgera Civaka Demokratîk bi daxuyaniyekê diyar kir ku bêdengiya naventeweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk, dibe sedema hovîtiyê..

Tev-dem’ê bi bîr xist ku ji roja Efrînê dagir kirine, dewleta Tirk û çeteyên wê binpêkirinên xwe dewam dikin û wiha got:

Bi talan, wêrankirina û guhertina demografiya Efrînê, sûcê herî giran ê li dijî mirovahiyê tê kirin. Dewleta Tirk a sûdê ji bê dengiya navneteweyî digre, li vî bajarê Kurdan teroreke sîstematîk dimeşîne.

Bêdengiya cîhanî, sûcên dewleta Tirk rewa dike.

Herî dawî gorên şehîdan ên li kêleka nexweşxaneya Avrîn vekirin.

Piştî 3 salan senaryoyeke nû ya derveyî urf û nirxên civakî derdixe û dibêje ku goreke komî ye, da ku berxwedana Efrîn û şervanên wê reş bike.

Belgeyên Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê û yên YPG’ê durûtî û munafiqtiya siyasetên dagirkeriya faşîst a Tirk nîşan didin.

Li hemberî vê hovîtiyê, em bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî dikin ku li hemberî binpêkirina nirxên pîroz ên civakan û bi taybetî nirxên civaka Kurd helwestê nîşan bidin.

Li aliyê din Berdevkê Fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Îbrahîm Şêxo jî piştrast kir ku armanca Tirkiyê û çeteyên wê ji vekirina goristanê ew e ku şopa sûcên xwe veşêrin û YPG û YPJ`ê bi komkujiya komî tawanbar bike.

Şêxo sûcên berê yên dewleta Tirk pêk anîne bi bîr xist û wiha got:

Ev ne cara yekemîn e ku Tirkiyê û çeteyên wê êrişî goristanan dikin. Piştî tevgera dagirkeriyê goristana Şehîd Refîq a Şera û goristana Şehîd Seydo a li Cindirêsê jî wêran kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv