ÊŞKENCEYA LI JINA DUCANÎ HATICE BAYKARA
“BI PORÊMIN GIRTIN Û AVÊTIN NAV CAMÊN ŞIKESTΔ
Hatîce Baykara wiha axivî:
Polîsan dema di ser malê de girtin berê çeka xwe dan min, bi qûndaxa çekê li pişta min dan.
Bi porê min girtin ez avêtin nava camên şikestî.
Heta ku lêgerîna malê qediya, polîsan çek ji serê min dernexistin.
Jina ducanî diyar kir ku ji ber îşkenceya polîsan ew ji hişê xwe ve cu û wiha got;
Dema ez birin nexweşxanê doktor matman, ji min pirsin ‘çawa zarok ji ber te neçûye, pir li te dane?’
Doktoran rapora lêdanê dan min. Ez ê giliyê polîsan bikim û heta dawî têbikoşim.