ÊŞKENCEYA LI JINA DUCANÎ HATICE BAYKARA
POLÎSAN DEST DANÎ SER RAPORA NEXWEŞXANEYÊ
Li taxa Turgut Ozal a navçeya Hezexa Şirnexê duh polîsan bi ser mala Hatîce Baykara ya ducanî de girtibû û lêdabûn.
Baykara ji ber îşkenceya polîsan ji ser hişê xwe çû û xizmên wê ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.
Baykara hêj li nexweşxaneyê tê ragirtin û doktoran da zanîn ku rihma wê zirar dîtiye.
Hat zanîn ku heya rewşa tendurustiya pitika Baykara diyar bibe ewê li nexweşxaneyê were ragirtin.
Xwesiya wê Halîme Baykara jî da xuya kirin buka wê Halîme Baykara hê jî ji ber derbên polisan birîndar e û agahî da ku polîsan dest daniye ser rapora nexweşxaneyê ya ku êşkenceya polîsan piştrast dike.