LI WANÊ ZILMA QEYÛMÊ DAGIRKERIYA TIRK
BI SEDAN KES JI BER AVA ŞEBEKÊ VEXWARINE BI JEHR KETIN
Li navçeya Wanê Îpekyolu ev hefteyeke bi sedan kes ji ber ava şebekê jehr ketine serî li nexweşxaneyê dan.
Bijîşkên herêmê nexweşketiyên heyî muyene kirin û tespît kirine ku ji avê bi jehr ketine..
Welatiyan ji ber vê yekê serî li VASKÎ û Şaredariya Îpekyolu dan û xwestin ava şebekê bê paqijkirin.
Lê niştecihên taxa Xaçortê diyar dikin ku hemû serlêdanên wan bê encam mane.
Şêniyên taxa Xaçortê derbarê bûyerê de gilî û gazinên xwe ji ajansa Mezopotamyayê re vegotin:
Şênî dixwazin pirsgirêka avê demildest bê çareserkirin û heke çareseriyek mayînde pêk neyê wê gilî ji rayedaran bikin.