TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ
BI GOTINA “DEWLET EM IN” DIXWAZIN JINEKE DIN BIKUJIN
Ev dîmenê li ser ekranên we ji navçeya Batmanê Qubînê ye.
Kesên êriş dikin jî Çawişê Pispor ê artêşa dewleta Tirk a dagirker, Cevat Aktaş, birayê wî Samet Aktaş û malbata wan e.
Sebeb jî ew e, ku Zeynep Sevîm a bi Samet Aktaş re hatiye zewicandin hatiye êşkencekirin û xwe spartine mala malbata xwe.
Samet Aktaş û birayê xwe yê çawişê pispor hatine ber deriyê malbatê û wan bi kuştinê tehdît dikin.
Ferdên malbatê wiha gotin:
Zeynebê du caran ji ber dihat êşkencekirin mal terk kir.
Ev bû cara sêyemîn.
Herî dawî ew avêtine kadînê, dest û piyên wê girêda ne.
Piştî ku Sevîm hat malê, gelek caran Cevat Aktaşê eskerê Tirk û birayê wî li me geriyan û gefa kuştinê xwarin.
Herî dawî jî bi ser malê de girtin û gotin “em hatine vir xwînê birijînin, dewlet em in em.”
Malbatê diyar kir, Zeynep û tevahiya ferdên wan dibe ku bên kuştin û xwest dengê wan bê bihîstin.
TUNDIYA ESKEREKÎ TIRK LI DIJÎ JINEKE KURD
BESÊ HOZAT: DIVÊ JINÊN KURD BI DIJMIN TÊKILIYÊ NE DEYNIN
Hêjayî bibîrxistinê ye, ku Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat têkildarî têkiliyên bi dijmin re, di televîzyona me de ev hişyarî kiribû.