MICHAEL RUBIN – DÎROKNASÊ AMERÎKÎ
LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DARBEYA ÎRAN Û TIRKIYÊ
Kurdistana Iraqê xwe wekî hevkarê Emerîkayê nîşan dide. Ku berjewendiyên wan pê hebe dikarin bibin hevkarekî birastî. Lê, digel vê jî lîstikên Machiavellian gelek caran dibin sedema gotin û kirinên Serokên Kurdên Iraqê hevdû negirin.
Piştî Celal Tabanî koça dawî kir, hêza sereke ya YNK’ê kurên Talabanî Bafil û Qubad û pismamê wan Lahor bûn. Qubad cîgirê Mesrûr Barzanî ye. Lê bi rastî bûye Tariq Ezîzê Sedam ê PDK’ê. Ew ne xwediyê xwe û tu hêzê ye. Di vê navberê de Bafil, serokiya YNK’ê bi Lahor re parve dike, lê belê kontroleke unîter dixwaze. Lê rayedarên Emerîkî Lahorê ku li serê serwîsa îstixbaratê ye pirtir ewle dibînin, jîr e, jêhatî ye û di midaxaleyên zehmet de muxatabekî bi fêde dibînin.
Têkiliya Lahor a bi Washingtonê re dibe sedema ku ew bibe hedefa Tirkiye û Îranê. Ya yekem, Tirkiye; demekê ji bo Cîhana Rojava li hember terorê hevkarekî saxlem bû, di dewra Recep Tayyip Erdoğanî de du alî lîst: Mînak, Têra xwe îspat hene ku rayedarên Tirk Dewleta Îslamê destek nekiribin jî hema karê wan hêsantir kirine.
Di vê navberê de Amerîka radizê. Destekkirina firehkirina hêza Tirkan a herêmê wê Iraqê jî xurt neke, qels bike. Mesrûrekî xurt jî wê dê ne li gor berjewendiyên Emerîkayê be: Tew nebe, Mesrûr hem îdarî hem jî malbatî ji bavê xwe hindiktir bi tecrûbe ye. Wekî şexs, Mesrûr ji aliyê psîkolojîk ve ne serrast e. Ji sedemên planên Mesrûr û ji ber hewlên wî yê heyf hilanînê Kurdistan ji pêşketinê dûr dikeve û di polîtîkaya derwelat de dikeve krîza îtibarê.
Serok Joe Biden, divê baweriyê bi gotinên Mesrûr û rayedarên din ên Kurd ku di serdana herêmê de wekî dijberî Îranê xuya dikin baweriya xwe neynin.