Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gerîlaya Behdînî: ‘Divê Behdînan rabe ser piyan’

 

Gerîlaya YJA Starê Rûken Dilgeş bang li xelkê Behdînanê bi taybetî jî eşîra Zêbariya kir ku dîlgirtinê qebûl nekin û li ber dijmin rabin.

Gerîlaya YJA Starê ya Behdînî Rûken Dilgeş destnîşan kir ku gel û gerîla bi hev re têbikoşe wê teqez bi ser bikevin.

Gerîlaya YJA Starê Rûken Dilgeş ku 13 sal in gerîlatiyê dike, ji ANF’ê re axivî.

Rûken Dilgeş anî ziman ku artêşa Tirk piştî Heftanîn, Xakurkê û Garê êrişeke berfireh li ser Avaşîn, Zap û Metînayê daye destpêkirin û destnîşan kir ku bi berxwedaneke mezin bersiv ji her êrişê re tê dayin.

Rûken Dilgeş got, “Em ji bo gelê xwe li vir in. Em bi canê xwe li ber xwe didin” û bal kişand ser êrişên artêşa Tirk ên dûrî ji pîvanên şer.

Rûken Dilgeş diyar kir, artêşa Tirk tevî bikaranîna çekên kîmyewî bi rengekî hovane êrişan dike, lê tevî vê jî nikare berxwedanê bişikîne û got, “Her hevaleke/î me berdêla 30 leşkerên Tirk e. Serketin bi berxwedaneke mezin tê bidestxistin. Em çiqasî qala vê berxwedanê bikin jî têrê nake.”

Gerîlaya YJA Starê Rûken Dilgeş ku bi xwe Behdînî ye, anî ziman ku ew dixwaze bi taybetî bang li xelkê Behdînanê bike. Rûken Dilgeş got, “Gelê me yê li Behdînanê divê rabe ser piyan û dîlgirtinê qebûl neke. Ez zanim ku zexteke mezin li ser xelkê me yê li Behdînanê heye, lê belê divê xwe bêçare nebîne. Bi taybetî eşîra Zêbarî divê vê zext û dîlgirtinê qebûl neke. Eger gel û gerîla bibe yek wê serketin misoger be.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv