Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya têkiliyên derve ya PKK’ê: ‘Em hêvî dikin pirsgirêk beyî ku zirarê bide YNK’ê çareser bibe’

 

KOMÎTEYA TÊKILIYÊN DERVE YA PKK’Ê:
EM HÊVÎ DIKIN PIRSGIRÊK BÊYÎ KU ZIRARÊ BIDE YNK’Ê ÇARESER BIBIN

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê têkildarî nakokiyên di nava Yektîtî Nîştîmanî Kurdistan YNK’ê de derketine, daxuyaniyek nivîskî da.

PKK’ê di dxuyaniya xwe de xwest ku krîza di rêveberiyê YNK’ê de derketiye, li ser bingehê berpirsiyariyên hiqûqî yên partî û netewî, were çareser kirin.

Daxuyanî wiha didome;

YNK ya ku Birêz Celal Telebanî avakiriye, bi qasî têkoşîna netewî ya Kurdistanê, di warê azadî û demokrasiyê de jî xwedî seknekê ye.

Ji bo hemû Kurdan û dostên wan, hê jî vê rol û mîsyona xwe didomîne.

YNK bi qasî başûrê Kurdistanê, li beşên din ên Kurdistanê û li her devera Kurd lê ne, partiyeke xwedî qedir û qîmet e.

Di xebatên yekîtiya netewî û çareseriya pirsa Kurd a navxweyî de, bi rêya diyalog û demokratîk xwedî roleke diyarker e.

Li ser vê bingehê, rol û bendewariyê; bêyî ku kûr bibe û bi demê re bihêle, baweriya me heye ku rêveberiya YNK’ê pirsgirêkê çareser bike.

PKK’ê bal kişand ser konjonktura heyî û wiha dewam kir;

Bi qasî mayîndekirina destkefiyên Kurdan, pir vekirî xeterî û rîskên mezin jî hene.

Di pêvajoyeke wiha de, bêyî ku pirsgirêkên navxweyî kûr bibin, divê ji helwestên hevdu sûcbarkirinê û helwestên ku ziyanê bide nirxên demokrasiyê dûr bikevin,

Dezgehên xwedî raye yên partiyê bikevin dewrê û pirsgirêkê çareser bikin.

Di daxuyaniyê da hat bibîr xistin; ku berovajî vê, wê bandorê li rewşa heyî ya YNK’ê bike.

Weke partî, di têkoşîna azadiya Kurdistanê de me her tim rola YNK’ê li ber çav girtiye û girîng dîtiye.

Me hevaltiya birêz Celal Telebanî, Îbrahîm Ehmed û Rêber Apo û nêzîkatiya wan a di çareserkirina pirsgirêkan de ji xwe re esas girtiye.

Ji bo di dema pêş de jî YNK li ser vê rol û mîsyonê bi meşe çi bikeve ser milê me em ê pêk bînin.

Hêvî dikin di zûtirîn demê de ev pirsgirêk bêyî ku xisarê bide YNK’ê çareser bibe,

Û dijminê gelê Kurd kêfxweş neke….

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv