BAZÊN ZAGROSÊ
GERÎLAYAN LI AVAŞÎNÊ LI HELÎKOPTERAN DAN
Navenda Ragihandinê û Çapemniyê ya HPG’ê ev agahî dan:
4’ê Tîrmehê li ser Girê Sor ê Avaşînê livûtevgera helîkopterên skorsky hebû.
Heman rojê bi şev gerîlayan ev helîkopter kirin hedef.
Li ser destwerdana gerîlayan, helîkopter ji qadê dûrketin.
Li ser êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û helîkopterên êrişê jî HPG’ê ev agahî dan:
2’yê Tîrmehê artêşa Tirk hêzên xwe li qadên Mervanos, Mamreşo, Şûkê, Tabûra Ereban, Banîsta û Girê Silêman ên Avaşînê guhertin.
4’ê Tîrmehê qada Stûna, Kela Qumriyê, bejahiya gundên Deşîşê, Kêste, Hîrorê, Girê Şehîd Çiya û Derarê yên Metîna hatin bombekirin.
Di êrişan de ti zirar li hêzên gerîla nebû.