Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HRE li Efrînê ye: ‘Em ji nava Efrînê dibêjin, em ê Efrînê rizgar bikin’

 

HRE LI EFRÎNÊ YE
ŞERVANÊN EFRÎNÎ: EM JI NAVA EFRÎNÊ DIBÊJIN, EM Ê EFRÎNÊ RIZGAR BIKIN

Hêzên Rizgariya Efrînê ji 2018’an heta niha rojane li artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didin.

Bi tarzê gerîla li dijî dijminê xwe şer dikin.

Piştî ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir, Hêzên Rizgariya Efrînê hatin ragihandin.

Û diyar kirin, ku ew ê li her dera Efrînê li dijî dagirkeriyê şer bikin.

Ev yek hem bi çalakiyên li Efrîn, navçe û gundewearên wê piştrast e…

Hem jî bi dîmenê dawî yê şervanan ji nava Efrînê bi rêya Stêrk Tv peyamên xwe ji bo gelê Kurd didin piştrast dibe.

Şervana Efrînê hebûna xwe ya li Efrînê bi vî rengî vedibêje.

Şervana jin dibêje, ew ê tola zarokên Efrînê hilînin.

Şervanekî mêr ê çeka artêşa Tirk bi çalakiyekê bi dest xistî jî vê peyamê dide:

Heta em bigihin armanca xwe em ê têbikoşin û şer bikin.

Şervaneke din a jin jî çalakiyên ku li dar xistine bi bîr dixe û bang li gel dike.

Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê bang li ciwanên Efrînî û tevahiya ciwanên Kurd dikin, ku bi awayekî xurt beşdarî têkoşîna wan bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv