Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dosyaya Vedat Aydin bi demboriyê hat xistin

 

CÎNAYETA KU FAILÊ WÊ DEWLET E
DOSYAYA VEDAT AYDIN BI DEMDORIYÊ HAT XISTIN

Di ser qetilkirina Serokê Bajar ê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin re 30 sal derbas bûn.

Ew 5’ê tîrmeha 1995’an ji mala xwe hat revandin û piştî 2 rojan cenazeyê wî li navçeya Xarpêt Madenê li binê pirekê hat dîtin.

Heta niha hê jî faîlên wî nehatine eşkerekirin.

Dosyaya cînayeta Aydin ku weke dosya yekemîn a faîlên meçhûl ên salên 1990’î tê zanîn bi demboriyê xistin.

Vedat Aydin, di sala 1953’yan de li gundê Haciya Kurdan ê navçeya Bismil a Amedê hatiye dinê.

Di dema derbeya 12’ê Îlona 1980’yî de hatiye girtin.

Aydin 4 salan di Zindana Amedê de maye û bi awayekî dijwar îşkence lê hatiye kirin.

Piştî tê berdan tevî hin rewşenbîrên kurd ÎHD’ê ava dikin.

Di cotmeha 1990’î de ji ber axaftina xwe ya bi kurdî ya li Desteya Giştî ya ÎHD’ê tê girtin.

19’ê Kanûna 1990’î di danişîna ewil a dozê de bi kurdî îfadeya xwe dide û beraet dike.

Aydin, di dawiya sala 1990’î de dibe serokê ÎHD’a Amedê.

VEYSÎ AYDIN: KEKÊ KIN MÎLÎTANEKÎ WÊREK BÛ
DOSYAYA VEDAT AYDIN BI DEMDORIYÊ HAT XISTIN

Birayê Aydin Veysî Aydin têkildarî cinayet û têkoşîna mafê mirovan a kekê xwe ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest da ji Ajansa Mezopotamya re axivî.

“WEKE KU DIZANÎBÛ WÊ WERE KUŞTIN”
DOSYAYA VEDAT AYDIN BI DEMDORIYÊ HAT XISTIN

Kekê min ji bo têkoşînê her tişt dida ber çavê xwe:

Veysî Aydin destnîşan kir ku heta doza kurdî bi rêbazên demokratîk bi encam nebe wê şer jî bi dawî nebe:

Yan na jixwe dewlet kengî bixwaze dikare tetikkêş û kujer bibîne.

Heya doza kurdî bi awayekî demokratîk neyê çareserkirin, wê tahde, pergalên mafya û çeteyan tim hebin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv