Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn: ‘Şerê dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û gelên azadîxwaz e’

 

HEVSEROKA PARTIYA JIYANA AZAD A KURDISTANÊ ZÎLAN VEJÎN
“ŞERÊ DEWLETA TIRK LI DIJÎ GELÊ KURD Û GELÊN AZADÎXWAZ E”

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn bersiva pirsên ANF’ê da.

Li ser armanca hêzên navdewletî ên li ser gelên li Rojhilata Navîn Zîlan Vejîn diyar kir, sedema şerê demdirêj ê li Rojhilata Navîn hegemon û sermayedarên cîhanê ne.

Ev hêz li deverên mîna Suriyê, Lûbnanê, Iraqê, Tirkiyê û Îranê nakokiyên bawerî, etnîkî û çînî kur dikin.

Hêzên desthilatdar ên dîktator, mêtînger û muhafazakar li ser civakan ferz dikin.

Têkildarî metirsiya şerekî di navbera Kurdan de jî Hevsoroka PJAK’ê balkişand ser planên Dewleta tirk ên sînorên Mîsaqî Millî û got:

”Dewleta Tirk dîsa dixwaze li herêmê bibe hêzeke serdest.

Lewra ev şer tenê ne li dijî PKK’ê, li dijî hemû gelên azadîwaz û gelê Kurd e.

HEVSEROKA PARTIYA JIYANA AZAD A KURDISTANÊ ZÎLAN VEJÎN
“LI DIJÎ ÎRANÊ ZEMÎNA ŞEREKÎ MUHTEMEL TÊ AMADEKIRIN”

Niha ev şer li sêgoşeya Îran, Iraq û Tirkiyê asê bûye.

Ev şer di heman demê de amadekarî û zemîn çêkirina destwerdanek muhtemel a li ser Îranê ye”.

Zîlan Vejîn destnîşan kir ku Dewleta Tirk şerê qirkirinê dide meşandin û di encama êrişa balafirên Artêşa Tirk de şehîdbûna du gerîlayên YRK’ê mînak da.

Li gorî Hevseroka PJAK’ê li Kurdistanê şerekî bê pîvan tê meşandin û niha tişta bi Kurdan dide wendakirin neyekbûn û parçebûna wan e.

Niha pêdivî pê heye ku li hemberî bertekên hemû aliyan PDK jî helwesta xwe ya li dijî şerê navxweyî raber bike.

HEVSEROKA PARTIYA JIYANA AZAD A KURDISTANÊ ZÎLAN VEJÎN
“HÊZA ZEMÎNA ŞERÊ NAVXWEYÎ AMADE DIKE PDK BI XWE YE”

Divê bê zanîn ku hêza niha zemînê ji şer re amade dike PDK bi xwe ye û ev yek bi gelê Kurd dide wendakirin.

Zîlan Vejîn destnîşan kir ku weke Partiyek Rojhilatê Kurdistanê li dijî şerê navxweyî ne û li hemberî hêzên dagirker jî helwesta wan zelal e.

Bawer dikin ku di şerê li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk de şehîdbûna gelek ciwanên ji Rojhilatê kurdistanê jî nîşaneya helwesta gel ya li hemberî dagirkeriyê bi xwe ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv